Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra duh di hevdîtna bi şanda Rûsî re li Istenbolê ji Rûsiya xwest ku pêwist e hemû karînên xwe bi Hikûmeta Libnanî re bikar bîne, bo danîna sînorekî ji pirbûna binpêkirinên derheqê penaberên Sûrî de dibin, ev binpêkirinên dibe ku Libnanê bi awayekî mezintir bixin bin bandora belavbûna kiriyarin tundûtûjiyê de, li gor gotina wî. Û ” dilêşiya xwe li ser parastina ewlekariya Libnan û milletê wê ” da xuyakirin.
Daxuyaniyên Elbehra hatin dan ,di heman dema êrîşên hindek çekdar li Libnanê li ser penaberên Sûrî û birîndarkirina hindekan ji wan. Kesin çekdar duh konên penaberên Sûrî li Bakurê Libnanê dabûn ber gulleyan, û agir berdabûn wan û du kes birîndar kiribûn. Ev yek piştî du rojan ji kuştina serbazekî Libnanî li ser destê Cebhet Elnesra çêbû, ya got ku wê ew kar ji ber girtina desthilata Libnanî hejmarek ji jinan re kir, û rapornan ragihand ku ew jin hevjînên şervanin dijî rejîma Esed in.
Razgirê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nesr Elherîrî kuştina serbazê Libnanî li ser destê Cebhet Elnesra şermezar kiribû û bi kiriyarek ” Tawankarî û nepejirandî ” salix dabû, û gotibû : ” Kiryara revandinê ji kîjan alî ve be karekî dûrî bendên yasaya navdewletî ye, di encamê de dibe sedema nakokiyên civakî yên neqenc, û dibe rola wê li ser deverê bi giştî hebe. Xwîna Libnaniyan li gel me mîna ya Sûryan e, xwîna me yek e, û êşa me jî yek e, herweha yê tawankar jî yek e, tev wilo jî, ta niha ew bi pêkhateyên ketwara civakî ya Libnanî û Sûrî dilîze ta ku derza civakî di hindirê wê de fireh bike û ecindên Iran yên tirorîstî li deverê pêk bîne“.
Lê Razgirê Giştî ev berpirsyarî xist histê” Tirora ku Hizbillah li Sûrî derheqê sivîlan bikar tîne, û destwerdana wê ya beloq di karûbarê welatên cîran de bê ku guh bide bendên yasaya navdewletî”. Herîrî matmayî ma ji ber ” Durûtiya danustendina Milişiyên Hizbillah bi dosya pevguhertina girtiyan re. Berî çend rojan girtiyên Cebhet Elnesra yên li gel xwe bi yên Hizbillah li gel Cebhet Elnesra guhertin bê ku qet guh bide girtiyên hêza Artêşa Libnanî“.
Nesr Elherîrî berî niha ji Hikûmeta Libnanî xwestibû ku danustendinê bi awayekî ” Berpirs û hişyarî ” bi pirsgirêka revandina leşkerên Artêşa Libnanî re bike. Destnîşan kir ku ” Di bin siya nakokiyên siyasî ku li deverê hene, danûstendina bi vê pirsgirêkê re mîna mirovê ku hewl bide bumbeyek demnîşankirî li ber teqînê be di zeviyekî ji bumbeyên siyasî û civakî ku kiriyarên Hizbillah yê tirorîst û rejîma Iranê ya tewş li devera Rojhilata Erebî çandiye jihev veke“.
Herîrî zêde kir: ” Vekişîna Hizbillah ya tirorîst ji Sûryayê pêwist bûye, netenê ji bo parastina aramiya deverê , lêbelê bo aramiya siyasî û civakî li deverê, divê Hikûmeta Libnanî fişaran lê bike, û nekeve wê baweriyê de ku tirora Hizbillah û tawankariya wê, wê alavek bo şerê tirorê be, ji ber ew bi xwe beşek tirorê ye, û nabe bibe beşek ji çareseriyê “.
Razgirê Giştî di daxuyanyekê berî niha de derbarê kesên Libnanî yên revandî dûrxistibû ku ” Hizbillah xwestekên komên çekdar di pêwistiya vekişîna yekser ji Sûrî, û nebeşdarbûna di şerê Qelemon de erê bike, ji ber biryar ne di destê wê de ye, û ew ji Wilayeta Elfeqîh re koleyeke fermanber e, û biryara siyasî ne di dest wî de ye. Ji hêleke dî ve yên mîna Milişiyên Hizbillah û Beşar Elesed, eger em çavên xwe bigrin li ser jiyana milletê ku wan mîna ardû bo mayîna kursiyên xwe yên siyasî û lerzok ku li ser qoq û zengelorkên zarokan ên ku çekê Esed yê kîmawî ew bêdeng kirine ava dibe, ji bilî desthilatdariyê tu tişt li gel wan ne giring e” .
Jêder: Hevbendî