Bi çavdêriya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, “Melbenda Dîmuqratî ya Sûrî-Ewropî” û rêkxistina ” Aştî Bê Dad Tune Ye”, çalakiyek li jêr navûnîşana: “Sûriya: Şanîdana Xuleyî Ya Giştî Û Rola Civaka Sivîl Di Geşkirina Dad Û Lêpirsînê De”, li kêleka Karê xula 33an ya Encûmena Mafên Mirovan ko nuha li Cinêvê lidar dikeve.
Çalakî bi hevkariya Şandên herdemî yên li Nivîsgeha Netewên Yekbûyî li Cinêvê yên Qeterê, Belcîka, Firensa, Elmanya, Îtalya, Lîxtnştayin, Holenda, Birîtanya, Emerîka û Yekîtiya Ewropî, çê bû.
Nûnerên herdemî yên Îtalya, Lîxtnştayin, Birîtanya, hem balyozê Emerîka ji bo Encûmena Mafên Mirovan, hem Nûnerên herdemî yên Qeterê û Nûnerê Tirkiyê û Belcîka axivîn.
Rêkxistinên Jinan mîna Rêkxistina “Huras, Elyewm Eltalî, Elnisa Elan Min Ecil Eltenmiye, û Navenda belgehkirina zêdegaviyan li Sûriyê”, dîtina xwe ji rewşê re diyar kirin, û her weha daxwazên xwe gotin ji hûrbîniya ko wê Encûmena Mafên Mirovan, ji rewşa mirovî re li Sûriyê di meha çêriya paşî de bike. her wiha beşdariya Rêkxistinên Civaka sivîl li Sûriyê di “Raporta Sihikê”de, wek tê binavkirin. Rêkxistinan gotin ku pir dijwar e, û çare tuneye, ku kes karibe rewşa mafên mirovan li Sûriyê hûrbîn bike, ji ber mezinbûna hejmara tewanan.
Di Rûniştinê de gelek tewer mîna tundiya lidijî Jinê, bandora şer li ser zarok û gêncan û alavên belgehkirina zêdegaviyan yên rêbazkirî li dijî sivîlan, û giringiya lêpirsînê û pêkanîna dadiyê di çêkirina Aştiyê û parastina sivîlan gengeşe kirin.
Hem gotineke Toreya Sûriyê ya Mafên Mirovan hate pêşkêşkirin.
Ev civîna giring ya hejmarek diblomasî, çalakvanên mafnasiyê û nûnerên Rêkxistinên bi mafên mirovan têkildar têde amade bûn, ji aliyê birêz Hisên Sebax Emîndarê giştî yê “Melbenda Dîmuqratî Sûrî Oropayî “, ligel birêz Nîkolo Vîga Talmanka emîndarê rêkxistina ” Aştî Bê Dad Tune Ye” hat birêvebirin.
Jêder: Hevbendî