Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Bedir Camûs, Operasiyonên girtin û revandinê yên her dem dubare dibin, dijî Efserên Artêşa azad yên ji Rêjîmê cuda bûne ji hêla dezgehên Ewlekariya Libnanê ve pirotesto kirin.
Hewldana dawî ew bû , armanckirina Efserê ji Rêjîmê cudabûyî Raid Ibrahîm Mitawi’h, yê ko berî sê Rojan li Irsalê ew girtin. Mitawi’h li bajarokê Elqisêr Serperiştê ketîba “Elnûr”bû,paş re li Qelemon serpereştê ketîbeyekê bû heta dema hate girtin.
Camûs berpirsiyariya saxlemiya Efserên Sûrî da ser milê Artêşa Libananî, û doza diyarkirina sedemên girtinê kir, hem jî tirs heye ji nebûna gerantiyan di pêrabûnên girtinê de, bi taybetî Efserên Sûrî yên cudabûyî yên li Libnanê Penaber in, ji hêla gelek aliyan ve di metirsiyê de ne, bi taybetî Çeteyên Hizbullaha tirorist.
Jêder: Hevbendî