Endamê Desteya Siyasî û Razgirê Giştî ê Berê ji Hevbendiya Niştimanî re Bedir El –Camûs ji Civaka Navdewletî xwest ku piştgiriya Eniya Qelemûn û şoreşgerên wê ku li ser sê aliyan şer dikin bikin.
Û destnîşan kir ku eger çek di dest wan de hebe, şoreşger dikarin dijî rejîma Esed û milişiyên pê re şer dikin, herweha rêxistina Daiş rawestin û wan gem bikin.
El – Camûs diyar kir ku Civaka Navdewletî guh nade bangên hawarçûnê ku şoreşger bang dikin, tenê dever û bajarên ku li ser destê rêxistinê diherifin, piştî derbasbûna demê, dibîne. Camûs haydarî da destdanîna rêxistina tirorîst li ser Qelemûnê, ji ber rêxistin ji her demê nêzîktir bûye , piştî destdanîna li ser bajarê Tedmurê li çola Sûrî ku bi Qelemûna Rojhilatî ve girêdayî ye.
Û bal kişand ku wê rejîm rê bide rêxistinê ta ku xwe bigihêne şoreşgeran û bi wan re şer bike, wek her car.
Jêder: Hevbendî