Hevbendiya Niştimanî kuştarên rêjîma Esed yên hovane yên duhî şermazar kirin, ku di wan kuştaran de bêhtir ji 100 kesan şehîd ketin, û tekezî kir li ser girîngiye ku ev yek bi zelalî ji aliyê Encûmena Ewlekariyê bête pirotistokirin û encamderên tawanan bêne dadgehkirin û herwiha pêwîst e rêşûnên karîger bêne standin û di serî de biryareke bivênevê bête standin bi rawestandina kuştin û bombebarankirina bi çekên bitewşî û aramanckirina sivîlan.
Rêjîma Esed-wek bersiv li ser pilana şanderê navdewletî Stîvan Dî Mistora û hewlên wî bo dîtina çareseriyek siyasî, rêjîma Esed ragihand ku “çekên Rûsî yên nû bi şêweyek piratîk ketine di xizmetê de”, ku paşî yekser nûçe û dîmenên kuştarên hovane di derheqê sivîlan de hatin ji Heleb û Der’a û Reqê û Dûma û Zebedanê piştî encamdana êrîşan bi bermîlên teqîner li ser navçeyên pir qerebalix yên nişteciyan ji aliyê firokên rêjîmê ku di encamê de nêzîkî (100) kesî şehîd ketin û ducaran li wan birîndar bûn.
Herwiha li beyaniya îro jî firokên rêjîmê êrîşek hovane bi bermîlên teqîner li ser bazargeheke pir qerebalix li bajarê Busra Elşam pêk anî, ku bû sedema şehîdbûna nêzîkî 24 kesan û birîndarbûna zêdetir ji 50 kesan bi birînên ciyawaz.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de cext li ser wê yekê kir ku her hewleke bo vejandina Esed bi rêka hevalbendên wî heryek ji Rûsiya û Îranê di warên siyasî û leşkerî de, ku ew bi xwe kiryareke bêhûde ye di warê leşkerî û siyasî de ji ber ew rêjîmek têkşikestî ye û ti rewaya wî nemaye, û wê bibe sedema encamdana encamên felaketgerî li ser miletê Sûriyê û li ser pêvajoya çareseriya siyasî û li ser navçeyê bi tevayî, ku zêdebûna tundûtîjiyê ji aliyê rêjîmê wê ji aliyekî bibe alîkar bo geşkirina rêxistinên terorîst û ji aliyek din wê koçberkirina miletê Sûriyê ber bi derveyî welat zêdetir bike bi rêka ava derya û rêkên metirsîdar, ku di encamê de wê doseya Sûrî aloztir bike û herwiha wê hemû hewlên çareseriya siyasî bo demekê nediyar bên paşxistin û vegere çarkoşeya pêşî , bo germuguriya leşkerî ya ku berpirsyaretiya wê dikeve stûyê rêjîmê û stûyê heryek ji rêjîma Rûsiya û ya Îranê.
Jêder:Hevbendî