Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat, tekez kir ku bêyî bidestxistina çareya siyasî li gorî biryarên navdewletî yên têkildar bi gihiştina veguhestina siyasî li tevaya welêt; çareseriya mirovahî li Sûriyê tune ye.
Û Berekat di hevpeyvînekê li gel Tilvizyona Sûriya de, got ku dosya Sûrî bûye yek ji doseyên demdirêj, lewra rêjeya guhdana pê ji ber derketina kêşeyên navdewletî yên nû wek qeyrana Okranya û qeyrana aborî li cîhanê kêm bûye, wê yekê jî bandor li danûstandina li gel doza Sûriyê bi awayekî giştî kir, ev jî bû sedema ku guhdana navdewletî tenê di warê mirovahî de bimîne.
Û Berekat cext kir ku danûstandina navdewletî li gel dosya Sûrî tenê wek dosyeke mirovahî; nayê pejrandin, ji ber ku çareseriyên mirovahî ji dozên siyasî re tune ne.
Û Berekat bal kişand ser giringiya rawestandina berdewamiya paşguhkirina binyada kirîza Sûriyê, yaku di koa xwe de nûneratiya şoreşa gelê Sûriyê û daxwazên wî di guhertina siyasî û pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê de dike, ji ber ku daxwazên gel ne alîkariyên mirovî bûn, lê ji ber kiryarên hovane û serkutkirina ji hêla rijêma Esed ve her weha lawaziya civaka navdewletî di cîbicîkirina erkên xwe di warê parastina sivîlan de, guhdana navdewletî tenê ma di warê mirovahî de.
Û Berekat diyar kir ku xetimînek di piroseya siyasî de çêbûye û serhişkî li bal rijêma Esed û alîgirên wê di beşdariya cidî di piroseya siyasî de heye.
Û Berekat spasiya hemû bira û hevalbendan kir li ser dibîranîna civaka navdewletî ku çawa li ber bayê gelê sûriyê ranebûn, û got ku pêwîstiya şoreşa Sûriyê bi karên rasteqîn yên herêmî û navdewletî heye, ji bo piştgiriya dosya Sûriyê û vegerandina wê li ser maseya navdewletî daku veguhestina siyasî li gorî biryarên navdewletî yên pêwendîdar û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî