Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa û serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb, ligel nûnerên girûpa dewletên dostên gelê Sûriyê civiyan, û behsa dumahîk pêşdeçûnên meydanî û êrîşên leşkerî yên hêzên rijêma Esed û milîsên Îranê yên terorîst ên bi piştgiriya firokên Rûsiya yên niha li dijî sivîlên başûrê Sûriyê dibin kirin.
Û di hevdîtinê de çend endamên desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî amade bûn, û têde behsa kiryarên koçberkirina neçarî yên ji aliyê rijêma Esed li navçeyên cuda cuda dibin kirin, her weha yasa hejmara 10 û ziyanên wê yên digihên dewletên mihvandarên penaberên Sûrî kirin, tevlî gengeşekirina rêkarên piştgiriya hikûmeta demkî û aktivkirina pirojeyên wê yên xizmtgozariyê li navçeyên rizgarkirî.
Serokê Hevbendiya Niştimanî berêz Ebdulrehman Mistefa tekez kir ku kiryarên koçberkirinê yên mezin li başûrê welat dibin, û cext kir ku pêdiviya van tawanên şer yên berfireh li dijî sivîlan bi bizaveke bilez ya navdewletî heye ji bo rawestandina van kiryaran.
Û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî yasa hejmar 10 tevî red dike, û wê bi pêgavekê ber bi çespandina kiryarên koçberkirina neçarî û guhertina demografî dibîne.
Mistefa diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî berdewam e di cêbicêkirina pilana xwe de derbarê mokomkirina hebûna xwe li navçeyên rizgarkirî û aktivkirina dezgehên xizmetgozariyê yên hikûmeta demkî û damezrandina encûmenên xwecihî yên helbijartî ji bo rêvebirina karûbarên bajar û bajarokan.
Û serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb tekez kir ku hikûmeta demkî kariya xwe li navçeyên rizgarkirî ferz bike, piştî du salan ji karê berdewam, û bal kişand ku “erkê me yê pêşiyê pêkhatibû ji pêşkêşkirina xizmtgozariyên xwendin û saxlemî û encûmenên xwecihî, û paşî bicihkirina xelkê û amadekirina wan ji bo piroseya siyasî”.
Û bal kişand ku hikûmeta demkî niha li ser heft doseyan kar dike ku ewjî: asayîş, dadwerî, derxistina destûreke Sûrî, artêşa azad, rêvebirina girtîgehên medenî, nivîsîngeha serjimêriya niştimanî, berfirehkirina xwendina pêşeyî û bilind, û fayilê dawiyê yê xizmetgozariyê ye yên bi sercem şaxên xwe yên serekî ên avakirinê û çêkirina riyan”.
Nûnerê Eniya başûr yê Hevbendiya Niştimanî Bişar Elzih’bî cext kir ku tawanên şer bi awayekî berfireh ji aliyê hêzên rijêmê û Rûsiya li Der’ayê dibin, û got ku “rewş gelekî metirsîdar e û em pêwendiyan ligel piraniya dewletên dost dikin û me gelek peyam bi riya Hevbendiya Niştimanî û desteya danustandinê şandine, lê mixabin rijêm berdewam e di êrîşên xwe yên li ser sivîlan de” û bal kişand li ser hebûna pêlên koçberiyê yên mezin û got ku heger tawanên rijêmê berdewam bimînin dibe li rojên bê hejmara koçberan bigihêje hejmareke çavnerênekirî.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa got ku wê bandora kiryarên koçberkirinê û guhertina demografî û herwiha yasa 10 bi awayekî rasterast li ser pêvajoya siyasî û veguhestina siyasî hebe, nemaze piştî talankirina mal û samanên hemwelatiyan û qedexekirina vegera koçber û penaberan, û tekez kir ku ev yasa “nejidilbûna rijêmê li hember têkelbûna pêvajoya siyasî xuya dike”.
Endamê desteya siyasî Hadî Elbehra ji aliyê xwe ve behsa piroseya destûrî kir, û got ku “em di danustandinan de palê nadin li ser damezrandina komîta destûrî bitenê, biqasî em palê didin li ser karê komîta destûrî”, û got ku dibe ev yek beşek ji pêvajoya siyasî ya li Cenêvê û libin çavdêriya NY be”.
Û cext kir ku pêwîst e komîta destûrî “pêgavek be ber bicihkirina biryara 2254 û ne hewlek ji bo parçekirin û berovajikirina wê be, û dibe pêgavek ber bi veguhestina siyasî ya rasteqîn be”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî