Serokê Partiya Hêzên Libnanî Semîr ce´ice´i dît ku ” Êrîşa ku çekdaran bi ser çiyayê Birîtal û Nebî Sibat de birin careke dî pêwistiya ku hikûmeta Libnanaî – eger ji dil dixwazr xaka xwe biprêze – biryarekê bistîne Hizbillah neçar bike da ji Sûryayê vekişe diyar dike”.
Ji Ajansa Nûçeyan ya Navendî re got ” Vekişîna Hizbillah ji Sûriyayê ne tenê ji bo vê yekê bi kêr tê, lêbelê wê bibe sedema berdana leşkerên revandî jî. Reva hikûmetê ji mijara vekişîna Hizbillah ji Sûriyayê reva ji berpirsiyariyê ye, ji ber berdewamiya şerê Hizbillah li wê deverê wê karesat û boblatin bêtir -em ne hewcey wan in- bi ser me de bînin”.
Daxuyaniya Serokê Partiya Hêzên Libnanî û helwesta Hevbendiyê ya cîgirtî wek hev in, helwesta Hevbendiyê ku daxwaza vekişîna Milîşiyên Hizbillah weke riyeke tenha bo çareserkirina pirsgirêkên ku civaka Libnanî û Sûrî bi hev re gazinan jê dikin.
Nûra Elemîr Cîgirê Serokê Hevbendiyê di daxuyaniyek berî niha de dîtibû ku” Milîşiyên Hizbillah di riya kuştina Sûriyayn re çêkerê rasteqîne ye ji tîrorê re. ji ber Milîşiyên Hizbillah berpirsên yekem û dawî ne li ser firehbûna tirorê ya ku îroj li deverê bikar tê”.
Emîr got: ” Nesrillah nikare cîhanê tevî bixe baweriya bêgunehiya xwe ji xwîna Sûriyên bêguneh, tirora ku îroj ber bi Libnanê de dikişe pêşbînkirî bû, Hevbendiyê hikûmeta Libnanî ji destpêkê de hişiyar kir, jê xwest ku fişareke yekser li Hizbillah bike bo Milîşiyên xwe yên milîperest ji xaka Sûrî bikşîne, lê tu kesî gavin jidil di vî warî de neavêtin, û vê yekê dever gihand vê rewşê. Lê mixabin tenê millet û sivîl nirxê derengbûna siyasî di dana biryarên derbarê kuştarên tirsnak ku milîşiyên milîperest bi serkirdayetiya Beşarê Esed li Sûriyayê bikar tîne didin”.
Elemîr doz li artêşa Libnanî kir ” Ne tenê şerê Milîşiyên tirorist yên ku dîwarê ewlekariyê li Libnanê derbas kirine, şerê van Milîşiyan tenê bi kêr nayê, ji ber ne ew nexweşiya sereke ye, nexweşiya sereke hebûna Hizbillah li Sûriyayê ye, û mejî jê nagire ku piştguhkirina nexweşiya sereke ku boblat bi ser rewşa Sûriyayê û Libnanê de anîne bibe”.
Jêder: Hevbendî