(Sirûc – Hevbendî) Doh şanda Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî gihaşte bajarê Surûcê yê Turkî, da ku rengê belavkirina 200 Hezar dolarî li ser penaberên Kobanê li Turkiyê bi rêxistin bike, endamê şandeyê berêz Guman Hisên ji me re da zanîn ku komîtên belavkirina alîkarê ji endamên Hevbendiyê û Hukûmeta Sûrî ya Demikî û Encûmena Kurdî û kesên serbixwe hatin avakirin da alîkarî bi awayekî rêkûpêk bê belavkirin.
Her weha şanda hevbendiyê hevdîtinek bi Qayimmeqamê Surûcê re kirin, da şêweyê alîkariyê ji bo kesên li ser sînor asê mane destnîşan bikin.
Hêjayî gotinê ye ku 50 hezar dolar niha wê bê belavkirin û pereyên manyî wê piştre di demên peyapey de bên belavkirin.