Berdevkê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim Elmislit dibîne ko: “Tiştê di Dezgehên Ragihandinê de hatiye ko Tirkiya mercên xwe datîne da têkeve Hevalbendiya Navnetewî, ew bi xwe ne merc in belê pêdiviyên bingehînin yên ko têkbirina tirorê li Herêmê pêk tînin. ”
Ev gotin li ser peyva beşdarbûna serokê Tirkiyê – di hêzên Hevalbendiyê de- ji bo pêkanîna Herêmeke veqetandî, hêmin û aram û rahênankirina ramanermên Sûrî û Îraqî ji bo beraberiya tirorê bikin, ya ko serokê desthilata Tirkiyê Ehmed Dawid Oxlo ji televizyona CNN ya Emerîkî re da xuyakirin ko Esed çêkerê tiroristiyê ye li Herêmê û got: “
Dibe ko em têwerdanê bi hêzên xwe yên bejî digel Hevalbendiya Navnetewî bikin, da li rêkxistina Daişê bidin di çarçoveya stratîciyek tekûz de, ku yek jê amanckirina Rêjîma Esed e.”
Herweha di axaftina xwe de got: “Bi rastî çareserkirina tirorê bê çareserkirina tiroristiya Esed bêsûde ye, çimkî hebûna Esed, navtêdana zindî û bingehîn e ko hişt ev rêkxistinên tirorîst û tundrew çê bibin, û eger rêjîma wî bimîne di paşerojê de wê rêkxistinin nû yên tundrew bi navine din derkevin.”
Çareserkirina tiroristiyê bişêweyekî parepar ne di berjewendiya Sûriyan de ye û gefan li Dewletên derdor û Herêmê bi rengekî rasterast dike.
Jêder: Hevbendî