Rêjîma Esed û bi hevkariya mîlêşeyên şî’a yên hevalbendên wê mîna milîseyên Hizibulah û yên Ebû Elfedil Elebas yên terorîst, di heyva êlûnê de 25 komelkujî di derheqê sivîlan de li tevaya Sûriyê de encamdan, ku bêhtir ji 500 kesî şehîd bûn, ji wan 122 zarok û 84 jin, anku bi rêjeya 36% ji qurbaniyan jin û zarok bûn, tevlî komelkujiya hejmar”26″ ya li ser destê YPG ê. Ku hêzên Esed 7 komelkujî li Şam û gundewarên wê pêkanîn û 6 li Helebê û 4 li Dêrazorê û 4 komelkujî li Idlibê û 2 li heryek ji Reqayê û li Humisê, û yek li Hesekê û yek li Hemayê. Ku komelkujiya Dûma ya li Xota şerqî mezintirîn komelkujî bû , û têde derdora 70 kesî şehîd bûn û 200 kes birîndar ketin li gor hin çalakvanên Dûma, yên tekez kirin ku firokên Esed 6 êrîş bi mûşekên valahî li ser xanuberên nişteciyan encamdan,ji encama wan êrîşan nêzîkî 10 avahiyên nişteciyan hatin wêrankirin, û agir berdabûn hin avahiyên din yên nêzîk, û tora Sûrî ya mafê mirov navê 58 şehîdan li Dûma serjimar kir. û di pey wê re komelkujiya kêran tê, ya li ser destê Şebîheyên Esed li bajarokê Dîmo hatî encamdan di derheqê 13 kesên sivîl de li gundewarê rojavayê Hemayê di 17 êlûnê de, û paşî komelkujiya yekîneyên parastina gelêrî li gundê “Til Xelîl” û “Elhaciya” û “Şermûx” li gundewarê Hesekê, ku têde 55 welatî bûne qurbanî , ji wan 13 zarok û 5 jin , herwiha xêzanek bi hemû endamên xwe hatin qirkirin ji egerê armanckirina mala wan bi narnicokeke “Ar bî Cê”. Hêjayî gotinê ye ku hevbendiya niştimanî kiryarên YPG yên li dijî jin û zarok û sivîlan şermezar kir, û tekez kir ku ” kiryarên YPG yên nemirovahî ew xistiye di xaneya hêzên nepabend bi piransîpên şoreşê û bi kiryarên xwe xizmeta rêjîma Esed dike”.
Jêder: Hevbendî- tora Sûrî ya mafên mirov