Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ruba Heboş, civînek ji dûrve li gel endamên Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiyê lidar xist, û bi waan re behsa pilana karê Ofîsê di dema dahatî de kir û dawîtirîn çalakî û xebatên ku Ofîs pê radibe berçav kirin.
Û amadebûyan li ser pilana pêwendiyên li gel zanîngehên li deverên rizgarkirî axivîn, û Cîgira Serok wek Hevrêzkara Ofîsa Ciwanan tekezî li ser vê doseyê û pêwîstiya pêşxistina mîkanîzma pêwendî û hevrêziyê li gel xwendekaran kir.
Û amadebûyan behsa pilana Ofîsê ji bo lidarxistina çalakî û korbendên siyasî bo ciwanan li deverên rizgarkirî kirin, her weha giringiya ku zanîngeh û ofîsên xwendekaran werin vexwendin û girêdan û komên xortan û ofîsên ciwanan di nav partî û şepêlên derve û hundirî Sûriyê de.
Û tekezî li ser pêwîstiya ku van temîniyên li dawiya her çalakiyekê de têne pêşkêş kirin ku bibin pilana kar daku astengiyan binirxînin tevlî çareseriyên pêşniyarkirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî