Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Ebdulrehman Mistefta got ku pêwîste civaka navdewletî Beşar Esed û desteka wî ya desthilatdar dadgeh bike li ser pêkanîna bihezaran tawanên şer li Sûriyê.
Mistefta îro di daxuyaniyek taybet de bal kişand ku Rijêm nabe gef li ser ewlehiya Sûriyê bitenê, ew gef e li ser ewlehî û seqamgeriya navçeyê û tevaya cîhanê, hevdem amaje bi piştgiriya wê ji rêxistina Elqai’dê re li Îraqê kir, her weha piştgiriya wê ji hizibulah re li Libnanê, û beşdariya wê di terorkirina çend serkirde û berpirsên Libnanê û dewletên Erebî de.
Nûnertiya Mistefta tekez kir ku hewlên veberhênan û dubarekirina Rijêmê, berovajî yasa navdewletî ye û dibe gef li ser ewlehî û aştiya navdewletî, û cext li ser wê yekê kir ku gelê Sûriyê nikare ligel rijêmekê bijî ku rabûye bi kuştina zêdetir ji nîv milyon mirovê Sûrî û bi milyonan koçber kirine û abûriya welat wêran kiriye.
Cîgirê serok diyar kir ku nekarîna civaka navdewletî ji bo dadgehkirina Bişar Esed li pêş dadgeha tawanên navdewletî, wê nikaribe bibe kelem li pêş xebata gelê Sûriyê ji bo bidestxistina rûmet û azadiya xwe û pêkanîna dewletek dîmokrat ku têde rêz li mafên xelkê bi wekhevî bête girtin.
Û dît ku dîrok Sûriyake parçekirî yan dabeşkirî qebûl nake, û got ku wê Sûriya vegere wekî berê serbixwe ji dagîrkariya Rûsiya û Îranê û bê Beşar Esed .
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî