Di meha îlona borî de, çend bûyerên bi tirsnak li Der’ayê derketin, piştî zêdebûna hejmara kiryarên terorkirinê li dijî kesayetiyên sivîl û leşkerî, bi tomarkirina 38 hewlên kuştinê, û kuştina 21 kesî û birîndarbûna 14 kesên din.
Li gorî Ofisa belgekirina şehîdan li Der’ayê, 12 şervanên fesîleyên leşkerî di nav kuştiyan de hebûn, neh ji wan tevlî hêzên rêjîmê bibûn, piştî kontrola wê deverê di tîrmeha sala borî de.
Ofîsê got ku beşa girtiyan û kesên revandî, bi kêmî ve binçavkirin û revenda 22 kesan bi belge kiriye, û da zanîn ku gelek bûyerên revandin û binçavkirinê bi îşkence yan jî bi darvekirina meydanî bi dawî dibin.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Uqab Yihya, diyar kir ku Îran bi piştevaniya hin dezgehên rejîma Esed li pişt van kiryarên kuştinê ye, û destê wan di dûvçûn û kuştina dijberan de heye, û got ku Îran hêjî rijde li ser ku bimîne li ser xaka Sûriyê.
Yihya tekez kir ku tişta li Der’a diqewime, sînordarkirina hêzên Rûsî û nebûna wan li hember hejmongeriya Îranê, û herweha qelsiya Rûsî di pêkanîna peyman û biryarên navdewletî de nîşan dide.
Yihya gazî civaka navdewletî kir ku bi navbeynkariyê rabe ji bo rawestandina binpêkirinên li parêzgeha Der’ayê dibin, û veguhestina dosya Sûrî bo Dadgeha tawanên navnetewî, û darizandina hemû tawanbarên tawanên şer.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî