Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Uqab Yihya, digel şêwirmendê siyasî yê fransî yê dosya Sûrî, Fabrice Despluchan re civiya, û bi wî operasyona serbazî ya tê pêşbînîkirin li rojhilatê Firatê gotûbêj kir.
Yihya diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide deverên rojhilatê Firatê, û nêrîneke zelal ji bo wê heye li ser binyata ku xelkê xwecih yên deverê rêveberiya xwe bikin, û bal kişand ku li ser vê yekê komîteyek hatiye damezrandin bi navê Komîteya Cizîre û Firatê, û gelek kombûnên rengereng hatine lidarxistin ji bo gotûbêjkirina hemû arîşeyên ewlehî, rêvebirî û civakî yên têkildarî rewşa herêmê.
Wî diyar kir ku ji aliyê komîteyê ve gelek lêkolîn hatine pêkanîn ji bo dameziranda encumenên xwecihî yên çalak û rastîn û girêdayî wezareta rêveberiya xwecihî ya hikûmeta demkî ya Sûrî, di nav de pilankirina avakirina navendên polîsan jibo parastina ewlehî û aramiyê.
Wî got ku hikûmeta demkî ya Sûrî gav avêtine ji bo avakirina artêşek niştimanî ya profesyonel di bin serokatiya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî de, û bidawîkirina rewşa milîsan ya di serdema borî de, û bal kişand ku serokê hikûmeta demkî, Abdul Rehman Mistefa çend rojên berî niha yekbûna Artêşa Niştimanî û Eniya Rizgariya Niştimanî ragihandibû.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya bidawîkirina desthilatdariya milîsên PYDê kir, wek rêxistinek terorîstî anî ziman, ku wan têkiliyek xurt bi rejîma Esed û bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re heye, û biryarderên wê rêxistinê ne Sûrî ne, ji Qendîlê ne”.
Wî xuya kir ku raport li ser binpêkirin û tawanên van milîsan ve li dijî hemû pêkhateyên deverê berdewam digehêjin destê Hevbendiya Niştimanî, û ji welatên piştevaniya milîtanên PYD dikin daxwaz kir ku dest ji piştgiriya wan berdin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî