Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgirê Serokê Hevbendiyê Gotarekê di Vekirina Kongirê Veberhênanê yê Yekemîn de li Bakurê Sûrî Pêşkêş Dike

January 17, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Cîgirê Serokê Hevbendiyê Gotarekê di Vekirina Kongirê Veberhênanê yê Yekemîn de li Bakurê Sûrî Pêşkêş Dike

Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilmecîd Berekat, gotarek di vekirina kongirê veberhênanê yê yekemîn ê ku îro roja çarşemê li bajarê pîşesaziyê li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê yê bakur li dar ket pêşkêş kir, têde tekezî li ser pêwîstiya çûna ji qonaxa bendewariya alîkariyên mirovî ber bi qonaxa veberhênanê û piştbestina bi xwe kir.

Û Berekat cext kir ku berê Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî ber bi dabînkirina jîngeheke guncav û handana veberhênanê li bakurê Sûriyê ye, û diyar kir ku ev yek di rêya karê rasteqîn ji bo dabînkirina jîngeha ewle û aram ya pêwîst re tê, ji sîstema yasayî ya pêwîst de dest pê dike ji bo misogerkirina veberhênanê û handana li ser zêdekirina berhemdanê di riya geşepêdanên aborî re, û hebûna dadweriya azad û serbixwe û pak bo pêkanîna dadmendî û serdariya yasayê, û xurtkirina hêzên ewlekariyê û polîsên sivîl û bilindkirina asta şiyana wan ji bo dabînkirina ewlehî û aramiyê li nava bajar û bajarok û gundan, û temamkirina pergalê Artêşa Niştimanî bi serkirdatiya Wezareta Berevaniyê bo bilindkirina karînên wê yên berevaniyê li hêlên agirbestê û eniyên şer.

Û got ku karekî dî heye ew jî giringiyê dide xurtkirina rola encumenên xwecihî û şiyanên wan di warê pêşkêşkirina xizmetguzariyan de û hebûna wan li nav Wezareta Rêvebiriya Xwecihî, û bal kişand ser hebûna astengiyan di warê hinardekirina berheman û hawirdekirina keresteyên bingehîn û pêwîstiya hêsankirina tevgera Sûriyan û veberhênerên biyanî di rêya sînor re, her wiha dabînkirina xizmetên benkî, û diyar kir ku ew astengî hatin destnîşankirin ji bo bi hevkariya li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî kar li ser dîtina çareyan jêre bibe.

Û Berekat bal kişand ser wê yekê ku dermanekî sihirbazî bo pêkanîna hemû tiştan di şev û rojekê de tune ye, û di heman demê de çênabe li çi deverekê ji Sûriyê kar bê paşxistin li benda peydabûna jîngeheke guncav bi rêjeya 100%, û diyar kir ku kar ji gelek aliyan ve û di heman demê de dibe bo pêkanîna vê planê, lê ew kar dê bibe mîna giloka berfê, çendî dizîvire mezintir û lezgîntir bibe.

Û got ku deverên rizgarkirî pêşketinek li ser asta hikumdarî û ewlehî û aramî û xizmetguzariyê pêk anîne, li gor salên bûrî, ew jî ji encama hewldanên saziyên hêzên şoreşa Sûrî û civaka sivîl û Karsazên pîşesazî û bazirganî ye.

Û Berekat got: “Baweriya me bi mafê gelê Sûriyê di jiyaneke azad û birûmet û ewle û aram de heye, ji ber ku nayê pejrandin ku derdeserî û tirajîdî berdewam bikin, û nifşekî Sûrî bi temamî di kampên qehr û derdeseriya domdar de bimînin”, û tekezî li ser hilgirtina berpisyariya tam wek rayedarên siyasî yên ku nûnertiya şoreşa Sûrî dikin kir, bo jinavbirina astengiyan û peydakirina sîstemeke zelal û yekgirtî, bo dana destûrên kar ên pîşesazî û bazirganî û dabînkirina hinardekirinê û handana wê ber bi hejmarek mezintir ji dewletan.

Û bal kişand ser ku rewşeke neseqamgîr di alîkariyên mirovî yên ku dighên deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê heye, û got ku di dema nebûna rêkûpêkkirina pêwîst di dosya alîkariyên mirovî de, em hewl didin ku ji pirogramên hawarçûnê yên navdewletî berve xurtkirina şiyanên berhemînanê biçin, û dabînkirina qerzên biçûk bo deverên rizgarkirî.

Û Berekat tekez kir ku Sûriya hewcedarî bizavên tevaya xelkê wê ye, da ku aboriya wê û samanên wê yên mirovî pêşve biçin, û hewldanên bazirgan û veberhêneran û karsazên di vî warî de bilind nirxand, û tekezî li ser giringiya tiştê ku pê radibin bi riya geşepêdan û guhertina rasteqîn di şêweyê civakê de kir, ji encama beşdariya wan di dabînkirina derfetên kar û çakkirina debara jiyanê li deverên rizgarkirî.

Û diyar kir ku derfetên berhemînanê yên guncav li deverên rizgarkirî gelek in, û hêmanên veberhênanê li benda veberhêneran in, û ya herî girîng têde pirbûna karker û pîşesazan e, û keresteyên xam gelek in, û madeyên bingehîn ên çandinî û pîşesaziyê hene, ji bilî jîngeha ku hîn kes têde nexebitiye û tijî derfet e, her wiha sermiyanê mirovî mezin e, û şarezaya pîşeyî ya berfireh û derfetên damezrandina zincîrek ji pirojeyên biçûk hene.

Û Berekat dît ku peydabûna diyardeyên aborî û pirojeyên veberhênanê li deverên rizgarkirî, wan dike nimûneya ku her kes bixwaze lê bijî, û hîn bêhtir berhemînan berfireh bibe, û tekezî li ser pêwîstiya damezrandina pirojeyên berhemînanê li deverên rizgarkirî kir, da ku bibe rê ji bo afrandina nimûneyên serkeftî li Sûriyê, ya ku xewna tevaya sûriyan e, di rêya dabînkirina aramiyê û çespandina ewlehiyê û gihiştina asta ku xelkê me li wê derê netenê nehewcedar bin, lêbelê ew bi xweşî jî bijîn.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Bajarê PîşesaziyêKongirê Berhemînanê yê Yekemîn
Share22TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post

Derbarê Berdewamiya Têkbirina Ewlehî û Aramiyê Ji Hêla Milîsên Îranê ve

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.