Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimani ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Uqab Yihya, got ku civata navnetewî li sozên xwe yên girtina rê li pêşiya gemiyeke veguhestina neftê ya Îranê da nehêle barê xwe li Sûrî vala bike xwedî derneket, û ev yek gelek sûtemeniyê dide makîna artêşa rejîmê ji bo dest bi êrîşên dijwar li dijî sivîlan bike.
Uqab Yihya, îro di daxuyaniyek taybet de got ku Îranê hemû biryarnameyên navdewletî binpê kirine, û sizayên li ser wê û rejîma Esed ji hêla rêveberiya Amerîkî ve ferz bûne hatine binpêkirin, û got ku ev yek careke din hêviyên anîna rejîmê bo maseya danûstandinan lawaz dike.
Yihya tekez kir ku lawazbûna siyaseta navdewletî li hember tevgerên “xirab” yên Iranê di van salên dawî de, bandoreke nerênî ya mezin li aramî û ewlehiya welatên navçeyê kiriye, û tekez kir ku berdewamiya vê siyasetê, tevaya herêmê tajo ber bi keviya “dujehê” de.
Wî diyar kir ku divê civata navdewletî bersiveke rastyeqîne hebe ji hatina gemiya veguhestina neftê “Adrian Daraya 1” bo qeraxa Tartousê û anîna alîkariyan ji rejîma Beşar Esed re, tevî ku hişyariyên dubare ji her aliyan derbarê pêşkêşkirina alîkariyê ji wê gemiyê re.
Wî amaje kir ku Îran bi daxuyaniyan tenê ranaweste, lê wan wek ronahiya kesk dibîne ji bo bêtir piştgiriyê bide rejîma Esed di pêkanîna tawanan û jinavbirina proseya siyasî de ya ku di tekestên biryarên navdewletî de hatiye, nemaze di daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 de.
Tê zanîn ku kompaniyên Amerîkî yên satelîtê wêneya gemiya nefta Iranê li perava Tartousê de şopandibûn, û ev yek ji hêla şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê koçka Spî John Bolton ve hatibû piştrastkirin.
Tê zanîn ku ew gemiya veguhestina Neftê ya Iranî; di 4ê tîrmehê de ji alîyê gumrikên Brîtanî li nêzîk çiyayê Tariq hatibû girtin, bi gomana binpêkirina sizayên Yekîtiya Ewrûpayê yên dijî Sûriyê, û di 15ê tebaxê de hat berdan, piştî ku Iranê sozeke nivîskî da barê vê tankêrê nefiroşe Sûrîyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî