Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Uqab Yihya, diyar kir ko kesayetiya têkoşerê şehîd Mişel Temo nimûneya Sûriyê niştimanperwer e, yê ko kêşeya kurdî tevli çarçoveya niştimanî dike.
Yihya di daxuyaniyinan de, îro duşemê, tekez kir ko Temo diyar kir ku şoreşa Sûrî ya hemû Sûriyan e, ya hemû pêkhate û beran e, û got: Têkoşerekî tund ê di serêrêzê de bû, wî kêşeya taybet û ya giştî kir yek, û cudahî nekir navbera wan.
Bêtir got ko miletê Sûrî evro bîranîna diltezîn bibîr tine, ew roja milîtanên tawankar yên bi ser rêjîma Esed ve, têkoşer û endamê encûmena niştimanî Sûrî li bajarê Qamişlo yê gundewarê Hesekê berî heşt salan kuşt, û diyar kir ko rêjîmê bi vê operasiyonê dixwest rawanê şoreşê di nav Sûriyan de û bi taybetî di nav Kurdan de bixendiqîne.
Û tekez kir ko Kurd berê û nuha jî pareke bingehîn in ji şoreşa Sûrî li dijî zordariyê, û helwest û ramanên Mişel Temo roj bi roj diyar dibin, û tekez dikin ko kêşeya miletê Sûrî û kêşeya Kurdî yek piroje ye, û ji hev cuda û parçe nabin, û serkeftina şoreşê serkeftina kêşeya Kurdî ye, çimkî kêşeyeke Sûrî ya xwiya ye.
Û bal kêşand ko şehîd Mişel Temo ew hevwelatiyê berevaniya mafê miletê Sûrî kir, û li himber zordarî û stemê rawestiya û berdewam kir, û gotina rastiyê got, û destnîşan kir ko karîna Sûriyan heye kesayetiyên wisa mezin bînin , û ew garantiya serkeftina milet bi hemû pêkhatiyan e, eger çiqas zordar û dagîrker hebin.
Û got: Temo têkoşer bû, red kir ko têkeve warê jihevxistina gelê sûrî ya ko rêjîmê û hevalbendên wê plan kiribû, û alînin tê werbûn, ewên nerîna wan ne wek ya wî kûr bû. Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî