Desteya Giștȋ Ya Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ di civȋna xwe ya nemre 20 ȗ li ser dirȇjahiya sȇ rojan wȇ rewșa meydanȋ ȗ pȇșveçȗnȇn dawȋ derheqȇ ȇrȋșȇn kimawȋ ȇn dawȋ ku rejȋma Esed bi ser bajarȇ Sermȋn de li Gundewarȇ Idlibȇ biribȗ. herweha destpȇșiyȇn navdewletȋ yȇn nȗ derbarȇ Sȗryayȇ de ȗ di nav wan de hevdȋtinȇn Qahirayȇ ȗ Mosko ku wȇ di meha Nȋsanȇ de destpȇ bike.
Herweha desteyȇ di roja yekem de ji civȋnȇn xwe raporȇn serokatiyȇ, wezareta berevaniyȇ ȗ erkanan, ȗ temȋniyȇn desteya siyasȋ di ber çavan re birin. Wȇ hindek mijar di her du rojȇn dȋ de werin pȇșinyarkirin, giringtirȋn mijar derketinȇn desteya serokatiyȇ yȇn derve, gotubȇjkirina rewșa giștȋ li Cizȋra Sȗrȋ, destkeftiyȇn șoreșȇ di sala xwe ya pȇncan de, ȗ pȇșkȇșkirina kaxezin ji endamȇn Hevbendiyȇ di vȇ derbarȇ de.
Serokȇ Hevebndiya Sȗrȋ Xalid Xoce di civȋnȇ de got pilana șanderȇ navdewletȋ Stȋvan Dȋ Mistora derbarȇ cemidandina șer li Helebȇ tȇk çȗ, ȗ niha pilanek siyasȋ nȗ bo dȋtina çareyek siyasȋ amade dike.
Endamȇ Hevbendiyȇ matbȗna xwe ji daxuyaniyȇn wezȋrȇ karȇ derve ȇ Emirikȋ Con Kȇrȋ derbarȇ pȇwistiya danustendina bi Esed re, ȗ helwestȇn dudilȋ ȇn rȇvebiriya Obama li ser rewșa Sȗrȋ anȋ ziman.
Hevbendiyȇ pabendiya xwe bi neguhêrên șoreșȇ, daxuyaniya Cinȇv mȋna bingeha çareya Siyasȋ li Sȗryayȇ, ȗ hilanȋna Esed ji deshilatȇ pȇwist e bo serkeftina çi çareya siyasȋ tekez kir, lȇ berdewamiya Esed di çareya leşkerî ȗ xwestina alîkariya hevalbendȇn xwe yȇn Iranȋ ȗ milișiyȇn nijadperist, nepejirandina wȋ ji çi çareya siyasȋ re tekez dike.
Jȇder: Hevbendȋ