Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Nesir Elherîrî, civatek li gel nûnerê Melbenda Mamosteyan li Tirkî li dar xist, li gel wan rewşa Mamoste û Xwendekar û Şagirtan gengeşe kir.
Civatê behsa rewşa Mamosteyan û çawaniya hevrêzkariyê ta gihştina nerîneke hevbeş ji bo çareseriya piresgirêkên mamosta û xwendkaran li Tirkiyê.
Nûnerên melbendê daxwaz û pêşinyarên xwe derbarê pêşxistina warê xwendinê û rewşa wan ya yasayî li gel aliyên fermî yên Tirkî û li gel Yonîsîv pêşkêş kirin.
Ji hêla xwe ve serokê Hevbendiya Niştimanî rêzgirtina xwe ji Mamosteyên Sûrî re diyar kir, û got ” Berpirsê perwerdekirina nivşkî kare pêşerojeke rasteqîne ava bike “, û tekez kir li ser guhdanê bi Xwendekar û Şagirtên Sûrî li Tirkiyê û li welatên koçberiyê ku demeke dirêj dûrî ziman û xwendina xwe ketine.
Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî kar dike da rewşa Sûriyan li deverên rizgarkirî û li welatên koçberiyê li pêş bixe, û wê dibîne di rêza yekem de, û bal kişan ku wê Hevbendî li ser pêşinyarên wan bisekine û pêwendiyê li gel aliyên Tirkî û rêxistinên Navdewletî re bike, da ku ew pêşinyar bighên.
Tê zanîn ku ew melbend ji 13 hezar Mamoste pêktê, li hermên Tirkiyê belav in, ji bilî 65 hezar hilgirên pawernameyên zankoyê yên bilind yên girêdayî hîndariyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî