Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ya xola 62yemîn dest pê kirin, û têde heşt endamên nû yên encumenên parêzgehan û encumenên xwecihî û kombena serbixweyên kurd ên Sûrî beşdar bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit pêşwaziya endamên nû kir, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî di pilana çaksaziyê de bo temamkirina berfirehkirina Hevbendiyê di riya tevlêbûna nûnerên rasteqîn re ji çalakvan û saziyên şoreşgerî û jin û ciwanan berdewam e.
Û Elmislit cextî li ser giringiya parastina biryarê û helwestên yekrêz yên şoreş û rikberiya Sûriyê û lipaşxwehiştina tevaya nakokiyan bo berdewamiya berevaniyê di ber doza Sûriyê û daxwazên gel di azadî û rûmet û demoqrasiyê de kir.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî kar li ser pirkirina hevdîtinên navdewletî bo kartêkerkirina pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî dike, daku bighên veguhastina siyasî û pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de.
Û hevdîtinên navdewletî û herêmî yên ku Hevbendiya Niştimanî yên di dema bûrî de li dar xistine berçav kirin, û tekez kir ku tevgerek ji bo şermezarkirina rijêma Esed û sizakirina wê heye, lê hîn ne li gor cidîbûna tê xwestin e.
Û cext kir ku doseya girtiyan û binçavkiriyên kotekî di serê lîsta tevaya hevdîtinan de bû, û Hevbendiya Niştimanî daxwaza fişarê li ser rijêma Esed bo serbestberdana tevaya girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî kir.
Û endamên Desteya Giştî li hev kirin ku pêbaweriyê bidin endazyar Hayil Ehmed Xelîf Elkelaş wekî Wezîrê Çandiniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî