Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînên xwe yên xola normal a 61’emîn, îro çarşemê, li Stenbolê bi amadebûna Desteya Serokatiyê û ya Siyasî û Endamên Desteya Giştî dest pê kirin.
Û civat dê ta êvara roja pênşemê bidomin, û pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û hejmarek ji pêşniyar û temîniyan bo pesendkirinê gengeşe bibin.
Û di rûniştina destpkê de, Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser encamên hevdîtinên ku li yaneya Eldewha ya bîstemîn yaku karên xwe roja yekşema bûrî bidawî aniye pêşkêş kir, û li ser gerên meydanî yên ku li deverên rizgarkirî pêk anîne û beşdariya di çalakiyên yazdemîn salvegera şoreşa Sûriyê de axivî.
Û di xişteya karê gera niha de, dê nirxandina pirosesa gera heftemîn ji civatên Komîteya Destûrî yaku li Cinêvê bidawî bûye hebe, her weha endamên Desteya Giştî dê li raporên karê Hikumeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û Komîte û Ofîs û Rêvebiriyên di Hevbendiya Niştimanî de guhdarî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî