Endamin ji desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ligel serpereştên parêzgeha Der’a civiyan û pêşveçûnên dawî yên meydanî û êrîşên leşkerî yên ko firokên rêjîmê lidijî herêmên niştecihan pêk anîne gotûbêj kirin.
Her weha civînê ya ko di rêya çixêzeke televizyonî ya girtî re çêbû, amadebûna leşkerî ya alayên artêşa Sûrî ya azad li başûr gotûbêj kirin, razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yihya Mektebî tekezî kir li ser ku nabe tawankariyên hêzên rêjîmê û Rûsya dikin bê siza biborin.
Mektebî berdewam kir û got: Mosko pabendiyê bi peymanan nake û bawerî pê nabe, û destnîşan kir ko ji civaka navdewletî tête xwestin ko piştgiriya artêşa Sûrî ya azad bike ji bo zordariya rêjîmê û yên piştgiriya wê dikin rawestîne.
Nivîsgeha cîbicîkirinê ya Encûmena parêzgeha Der’a, tekez kir ko ew bi çûna rêjîmê û hemû simbolên wê pabend in, û tawankariyên derheqê sivîlên Xûta rojhelat li gundewarê Şamê pêk tên red dikin, û ji bo piştgiriya wan amade ne.
Her weha di civînê de li ser destpêkirina karekî leşkerî ber bi Xûta rojhelat ji bo piştgiriya wê û li ser bombebarana rojane ya ko tê serê bajar û bajarokên Der’a ya rizgarkirî bi topên giran û encamên ji ber derketin û qurbanî û ziyanên mal û milkên sivîlan gengeşe kirin.
Parêzgeha Dera rojane dikeve ber bombebarana asmanî ji hêla firokên cengî yên rêjîmê û Rûsya, hem jî hêzên Esed bombavêjên Hawinan taxên Dera amanc dikin, di encamê de bi dehan sivîl şehîd ketine û birîndar bûne.
Emerîka roja sêşembê daxwaza lidarxistina civîneke bilez li Urdinê kir, bi sedema nîgeraniya wê ji raportên behsa êrîşekê li başûr-rojavayê Sûriyê dikin, û bi taybetî li herêmên kêmkirina şerî li Dera ya ko par li ser lihev kiribûn.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî