Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civîna xwe ya heftane roja pêmcşembê lidar xist, û têde metirsiya nexweşiya Korona li ser Sûriyê gengeşe kirin, û giringî dan pilanên hemberderketin û xweparastina ji vê nexweşiyê û karûbarên nehêlana vegirtina wê di nav welatiyên deverên rizgarkirî de.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî, Enes Alabda, da xwiyakirin ku Yekîneya Hevrêzkariya Pişgiriyê dê di herdû rojên dahatî de alavên taqîgehên pizîşkî yên naskirina nexweşên bi virosê Korona ketine wek yekemîn car derbasî deverê bike, û bal kişand ser ku amadekarî hene ji bo nehêlana berbelavbûna vîros, lê ew hewcedarî alîkariya Saziya Tenduristî ya Cîhanî ya bikez in, û bi taybetî ku piraniya avahiyên pizîşkî li ser destê Rûsiya û rijêmê hatine wêrankirin.
Û pesnê karûbarên ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî kirine ji bo nehêlana berbelavbûna viros da, û got ku wê tevgera sivîlan di xalên derwaz ên hundurîn ên di nav wan û deverên di bin kontrola rijêmê de rawestandine, û girtina wan derwazan bi rengekî tekûz ta dawiya vê heyvê, tevlî rawestandina tevgera bazirganî di nav herdû aliyan de ragihandine.
Û Alabda behsa encamên sardana hevbendiyê bo dewleta Qeterê kir, û bal kişand ser ku ew pir giring bû li ser asta siyasî û nehêlana rewakirina rijêma Esed û asakirina peywendiyan pê re ji alîkî de, û piştgiriya pirojeyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî ji aliyekî din de.
Û Ofîsa Têkiliyên Leşkerî şiroveyek derbarê ketwara agirbestê û binpêkirinên wê ji hêla Rûsiya û Rijêmê de di rojên bûrî de pêşkêş kir.
Û ji hêla xwe ve, serokê Desteya Danûstandinên Sûrî, doctor Nesir Elherîrî, behsa dawîtirîn pêşhatên siyasî û hewildanên wan bi Netewên Yekbûyî û dewletên kartêker re kir, ji bo gihiştina xişteyeke kar a zelal a li gor desthilata Komîteya Destûrî, ji bo careke din civîn di bin çavdêriya NY de bên lidarxistin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî