Desteya Serokatî û ya Siyasî yên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek li gel nûnerên Hevbendiya Niştimanî di Desteya Danûstandinan ya Sûrî û Komîteya Destûrî li dar xist, û bi hev re behsa amadekariyên dawîn bo gera dahatî ji Komîteya Destûrî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, tekezî li ser pêwîstiya livandina pirosesa veguhestina siyasî di riya vekirina sepetên dîtir yên di biryara 2254an de hatine kir, û li ser amadekariyên gera dahatî û kaxezên pêwîst bo gengeşekirina naverokên destûrî yên ku rijêm xwe ji ber dide alî di riya bipaşxistin û astengkirin û pêgiriya wê bi tiştên ne sereke axivî.
Û Elherîrî bal kişand ser pêwîstiya guvaşê li ser dozên girîng yên ku divê di destûrê nû de hebin yên girêdayî bi pêkanîna veguhestina siyasî û demoqratîk li welêt, û pirsên azadî yên giştî û mafên siyasî bo kesayet û partiyan, û şêweyê dewletê û sîstema wê û mafên mirovan û bikaranîna desthilatan.
Û Elherîrî bal kişand ser giringiya pirosesa diyalogê yaku Hevbendiya Niştimanî di qonaxa bûrî de li gel beşekî mezin ji pêkhatên gelê sûrî pê rabûye, û Elherîrî li gel nûnerên Hevbendiya Niştimanî di Desteya Danûstandinê û Komîteya Destûrî encamên wê pirosesê berçav kirin.
Û Elherîrî tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya kar li gel Netewên Yekbûyî ji bo vekirina sepetên dîtir yên biryara 2254 kir, nemaze Desteya Hukimdarê ya Veguhêz.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî