Birêveberiya karûbarê penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, evro sêşembê, civînek digel wezîrê dewletê yê Libnanî yê karûbarê derbideran yê berê bi rêya hevdîtineke televizyonî ya girtî li dar xist.
Civînê rewşa penaberên Sûrî li Libnanê û kampa Ersal pêşdîtin kir, seroka birêveberiyê Emel Şêxo tekez kir ko yek ji sedemên ko hiştiyê penaberên Sûrî li Libnanê bimînin beşdarbûna hizbullaha tirororist bi hêzên Esed re di komkujiyên derheqê sivîlan de ye, û wan ji malên wan koçber dikin, û destnîşan kir ko ew milîtan parek ji berdewambûna bobelata Sûrî û zehmetkêşana li kampan in.
Bêtir got ko rêjîm ji destpêka şoreşê ve digel milîtanên Îranî yên tirorist bizavê dike ko niştecihan koçber bike, û dibîne ko ew beşek e ji planeke tekûz bo koçberkirina kotekî û guhertina dîmugrafî û bikaranîna dosya penaberan bo fişardana li ser civaka navdewletî.
Şêxo daxwaza parastina navdewletî ji mafê penaberên Sûrî re yên li Libnanê û li hemû dewletên din kir, bo nehêlana delîvekirina dosya penaberan ji bo armancên siyasî, û tekezî li ser mafê vegera wan ya xweber û aram kir, piştî veguhastina siyasî li walet, li gora biryarên navdewletî û di serî de daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê.
Serokê birêveberiya ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî Ehmed Remedan got ko Hevbendiya Niştimanî bizavê dike ko çend hevdîtinan digel nûnerên partiyên file û ragehêner û ronakbîrên Libnanî çêbike, bo dîtina opozsyonê şirove bike derbarê ku çi nêt nîn e penaber li Libanê bimînin, û daxwaza wan ya tekûz ko li welatê xwe vegerin li gora biryarên navdewletî.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ebdilmecîd Berekat got Hevbendiya Niştimanî ne bi rêka rêjîma Esed re ya vegerandina penaberan re ye, bi amanca ko wan li kampên girtîgehên komelî li herêmên corbicor vegerînin, hem jî leşkerkirina xortan di rêzên hêzên xwe de ji bo pêkanîna wan di tawanên cengê de.
Elmere’bî tekez kir ko vegerandina penaberên Sûrî li herêmên wan di plana Rûsî de nîn e, lê dê wan li kampên derveyî bajaran bi cî bikin, û dibîne ko ew nayê pejirandin, û tekez kir ko ewî digel berpirsiyarên Rûsî çend hevdîtin kirine, û bersiva wan ew bû ku ew dê wan bo kampên Rûsya çêbike vegerînin, ne li herêmên wan yên resen.
Bal kişand ser ko tiştê nuha bo vegera penaberan dibe ne li gora pîvan û mercên netewên yekbûyî yên vegereke aram û xweber in, û got ku wî li dîdevaniyan guhdarî kiriye û belgeh bidest xistine, tekez dikin ko hin ji penaberên vegeriyane bi destê hêzên Esed hatine kuştin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî