Birêveberiya peywendiyên derve û nivîsgeha şêwerdariyên istiratîcî û nivîsgeha lêkolînan yên hevbendiya niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, civîneke hevbeş ji bo gotûbêjkirina naveroka lîsta hindirîn ya komîta destûrî, ya ko emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîş li eylûla bûrî li civîna 74ê ya komelgeha giştî ya Netewên Yekgirtî ragehandiye.
Amadebûyan tekezî li ser giringiya pabendiya bi bingehên pêrabûnan yên ko karê komîtê rêkxistin dikin û birêve dibin li gor demeke destnîşankirî kirin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko berdewam bin di fişarê de li ser rêjîma Esed da nehêlin ew pêvajoya siyasî careke din têk bide.
Û bal kêşandin ser giringiya rola netewên yekgirtî di pirosesa siyasî de, û gotin ku giring e di danûstandina erênî de berdewam bin ligel Netewên Yekgirtî ya ko çavdêriya karê komîtê li bajarê Cinêvê dike.
Her weha tekez dike ko komît dê dergehek be ji pirosesa siyasî re lê ew dest ji cîbicîkirina hemû biryarên navdewletî yên bi rewşa Sûrî ve têkildar bernadin, û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê, li gora rêzeqonaxên destnîşankirî wek di biryaran de diyar bûye.
Û gotin ku giring e mil li mil kar digel hemûyan kar bikin, ji bo şêweyekî zelal bo destûreke nû ji welat re damezirînin, ko mafê hemû sivîlan dabîn bike, û bibe bingehek ji karê desteya desthilatdar ya veguhêz re û hilbijartinên paqij bi çavdêriya Netewên Yekgirtî pêk bînin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî