Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê duhî civîneke giring ligel nûnerên dewletên dost yên gelê Sûriyê lidarxist, û têde pêşhatên dawiyê û rewşa sivîlên Xûta û tawanên şer yên hêzên Esed û Rûsiya û Îranê, û tevlî oparesyona kontrolkirina Afrînê ji dest hêzên “PYD” ê û dawîtirîn pêşhatên siyasî hatin gengeşe kirin.
Civîn lidarket bi beşdariya serokê desteya danustandinê Nesir Elherîrî û nûnerê Cêş Elîslam Mihemed Elûş, û tevî cîgirê hikûmeta demkî Ekrem Tu’ma ji bajarê Dûma û Mistefa Seqir ji Herista û cîgirê serokê fermandariya artêşa niştimaniya Sûrî kolonêl Heysem Ele’fîsî bi rêka bazinekê telveziyonê yê daxistî.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulrehman Mistefa dît ku rijêma Esed hêjî radibe bi binpêkirina biryarên konseya ewlekariyê, û cext li ser giringiya standina biryarên neçarkirina rijêma Esed li ser pabend be bicihkirina biryara 2401 kir, û herwiha rawestandina kiryarên kuştinê yên rojane yên hêzên Esed û Rûsiya li dijî sivîlan, tevlî gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê pêwîstdar bi zûtirîn dem.
Û sipasiya hêzên artêşa azad û hêzên Tirkiyê kir li ser derbasbûna li nav bajarê Afrînê bê ziyanên mirovî û madî û derxistina hêzên “PYD” yê dît bi mîna rêxistina DAIŞ’ê, û oparesyona çiqlê zeytûnê bi “oparesyona rizgarkirina Afrînê ne bi oparesyona wêrankirinê” binav kir.
Û serokê ofîsa pêwendiyên derve yê Hevbendiya Niştimanî Ebdulahed Stêfo bixêrhatina nûnerên dewletan kir, û tekezî li ser giringiya aktîvkirina bizavên siyasî ji bo rihakirina sivîlan û başkirina rewşa piroseya siyasî ber bi pêş ve kir.
Ji aliyê xwe ve, Ekrem Tu’ma bal kişand ku kesek guhdanê bi sivîlên Xûta rojhilat nake, û got: “em ji heft salan, bang û gaziyê li civaka navdewletî dikin, lê tikes qîrên me guhdar nake”, û bal kişand ku sivîl bi awayekî serekî tên armanckirin.
Û Tu’ma got ku ji aliyê hêzên Rijêmê û firokên Rûsiya “benageh û ambarên xwarinê hatin armanckirin û taxên Xûta ji hev hatin parçekirin tev ji bo koçberkirina xelkê bi awayekî neçarî”, û dît ku ev tev ji bo şikandina destên şireşgeran û sepandina mercên xweradestkirinê li ser Xûtayê, û diyar kir ku hejmara şehîdan yên bi sedema oparesyona dawiyê gihiştine 1600 şehîdî ku piraniya wan sivîl in, û got: ” Em koçberkirina neçarî red dikin û em bi xaka ve girêdayî ne û em hikumê Esed li ser Xûtayê red dikin”.
Û Mistefa Seqir daxwaz bi pêdeviya bizaveke bilez ji aliyê civaka navdewletî ji bo parastina sivîlan li ser navçeyên wan kir, û tekez kir ku xelkê Xûtayê destêwerdaneke bilez dixwazin ji bo dabînkirina van armancan.
Mihemed Elûş diyar kir ku Rûsiya sivîl kirine zeviyê taqîkirinê xwe ji bo zêdekirina qazinên xwe ji firotina çek û teqemeniyan, û got: “ku Rûsiya sercem coreyên firokên xwe yên nû li dijî sivîlan taqî kirin, û li pêşiya cîhanê dan bi rêklamkirin ji bo firotina çekên xwe yên nû”.
Û kolonêlê artêşa niştimanî Heysem Ele’fîsî diyar kir ku hêzên hevbeş kar dikin ji bo vegera xelkê Afrînê û gundê wê li ser cih û warên xwe, ûbal kişand ku rênimayî hene bo çekdaran ji bo xwe dûr bikin ji sivîlan û rabin bi parastina jêrxana bingehîn û parastina wan ji rêxistinên terorîst, û got: ” em rabûn bi ramalîna mînan ji navçeyê ku hejmara wan zêdetir ji 10 hezar mîn bû”, û bal kişand ku ji aliyê hêzên PYD’ê heman tektîkên DAIŞ’ê hatine bikaranîn yên bi çandina mîna li her deverekî, ku ev yek dibe sedemê ziyanên mezin li ser giyanê sivîlan”.
Û endamê desteya siyasî Fûad Elîko tekez kir ku milîsên PYD’ê serederî ligel Rijêmê û Îranê û Rûsiya û tevlî Amerîka re kir, û ji aliyê wan wek destek hat bikaranîn, û got ku me herdem hişyarî didan li ser vê yekê.
Û balkişand ku îro ya herî pêwîst ku kar bibe ji bo vegera koçberan Afrînê bo gundên wan û damezrandina encûmeneke zwecihî ji xelkê navçeyê bo rêveberiya wê.
Û endamê desteya siyasî Hadî Elbehra derbarê pêşhatên siyasî got ku Hevbendiya Niştimanî wek endamekî damêzrêner û çalak di hindur desteya danustandinê de, rabûye bi terxankirina hemû bizavên berdest ji bo pêşvebirina pirosêsa Cenêvê û peydakirina mercên serkeftina wê bi rêka kartêkirina rast û erênî ligel pêkhateyên din di çarçovê desteyê de, tevlî bizavên NY.
Û got ku: “em wek opozisyonê di hindur desteya danustandinê ye yekgirtîne û em kokin li ser dabînkirina daxwazên gelê xwe û veguhestina siyasî bi riya piroseya siyasî ya bi çavdêriya NY, û em bi sercem erkên xwe li hember vê yekê radibin”.
Û pirsyar kir derbarê rola dewletên bira û dost li hember piştgiriya piroseya siyasî, û bal kişand ku gelê Sûriyê tiştek li hember tawanên li dijî sivîlan ûkiryarên koçberkirina neçarî û guhertina demografî û tawanên şer ji bilî bêdengiyê nedîtiye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî