Îro sibehê roja Înê civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî xola 23an destpê kirin. Di destpêka bernameya karê wan de hilbijartinên serokatiyê ya xola nû û rewşa meydanî û bandora peymana Atomî ya Îranî li ser Şoreşa Sûriyê û herêmê gengeşe kirin.
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit diyar kir ko civîna desteya giştî dê di civînên xwe de yên wê sê rojan berdewam bikin, dosya siyasî û pêşî pêşinyara Şandeyê navdewletî yê Sûriyê Stîvan Dî Mistora ya ko ji Emîndarê giştî yê netewên yekbûyî re piştî rawêjên wan yên duqolî bidawî bûn pêşkêş kiribû dê gengeşe bibin. Û endamên desteyê tiştê ko komîta çavdêr li ser damezirandina serpereştiya leşkerî ya bala gihanê dê gengeşe bikin.
Bêtir got, dê civîn hemû doseyên giring li panava naxweyî û herêmî û beraberiyên nû û ya pêşî Herêmên aram yên ko Tirkiyê dê li Bakurê Sûriyê û birêveberiya sivîl dabîn bike. Û alavên derbasbûna Hevbendiyê û desthilata demkî bo wan herêman da xizmetan ji Sûriyan re pêşkêş bikin.
Jêder: Hevbendî