Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce Ji Hevalên Milletê Sûrî û Emirîka xwest ku sînorekî ji destêwerdana Iranî di Sûryayê de ku gihiştiye sînorê dagîrkirinê deynin, û helwesta Emirîkî bi “Xemsariyê”, û ya hevalan bi ” Temaşekirina” bê kiryar û helwest binav kir.
Xoce di hevdîtina bi rojnaameya ” Elweten” a Qeterî re got: ” Operasyona serastkirinek Emirîkî bi Iranê re li ser dosya çekê Newewî yê Iranî heye, tiştê ku em dibînin Iran gurzek ji têgihiştinan bi Emirîka re, ku ji wan rejîma Esed e datîne. Xweş diyar e ku niha Iran Sûryayê dagîr dike, û yê ku operasyonan birêve dibe “Qasim Silêmanî” ye, piştî ku bi heman rolê li Iraqê rabû, rêveberiya wê li wir bi hevparî an bi kêmanî bi erêkirina Emirîka bû”.
Xoce berdewam kir û got:” Iran Milişiyên xwe yên Iranî ji dewletên Asyewî, Iraq, û Libnanê tîne da ku li kêleka rejîma Esed şer bikin, û di daxuyaniyekê berî niha ji şanderê navdewletî Dî Mîstora re got: “ew Milişiyên Rewa ne “, tev ku ew dagîrkirinek tekûz ji dewletek biyan re ye, destwerdaneke beloq di karubarên Sûryan de ye, û bikaranîna kuştinê liser destê vê dewletê dijî wan e”.
Serokê Hevbendiyê tekez kir:” Divê sînorek ji hêla Hevalên Milletê Sûrî ve û di serî de Emirîka ji bo vê destêwerdanê were danîn”. Û xwest ku ” Girêdan di navbera tu serastkirnên bi Iranê re bi mijara Sûrî re çênebin, û berdewamiya rejîmê û di serî de “Esed” ne beşek ji têgihiştina bi Iranê re û serastkirina dosya newewî a Iranî be”.
Ji hêleke dî ve serokê Hevbendiyê matmayîna xwe ji pêşinyara şanderê navdewletî Dî Mîstora diyar kir, û tekeziya wî li ser Helebê di heman dema ku Iran di kuştina sivîlan de ji xelkên me yên Başûr li Der`ayê û şandina Tehran ji Milişiyatên xwe bo Helebê, herweha berdewamiya rejîma Esed di operasyonên êrîşkirina devera ” Dûma” li Xûta Rojhilatî li Gundewrên Şamê berdewam e, di dawiyê de em dibînin ku giringîdana devera Helebê operasyonek bo hêsankirina tiştê ku li Sûrî ji bumbebarankirin û kuştina rêbazkirî li ser destê rejîma Esed çêdibe”.
Xoce wisa jî got: ” Di heman dema xwesteka me bo çekdarkirina Artêşa Azad, û bi rêxistina me jê re li Helebê û Bakurê Sûrî, şanderê navdewletî mijara nehêlana çekan li wê deverê yan cemidandina deverê li Helebê tîne holê”.
Xoce bal kişand ku eger şanderê navdewletî ” Bixwaze li karê xwe wek “navgîn” miqate be, divê ha jê hebe ku têkiliyên wî bi Hevbendiyê û Esed re bi heman pîvanê bin”.
Xoce tekez kir ku :” Esed ne tenê beşek ji pirsgirêkê ye, lêbelê ew bingeha pirsgirêkê ye, û eger ew ji cihê stendina biryarê li Sûryayê hat dûrkirin, bi kêmanî wê nîvê pirsgirêkê bê çareserkirin”. Ji ber ” Ev rejîm jêrxane, saziyên tendurustî, û olî mîna: Mizgeft, Dêr, Peymangeh, û dibistanan wêran dike, bêtir ji nîvê wan hatine wêrankirin, û her ku Esed bêtir ji erdê Sûrî wêran dike, û bêtir millet dikuje bi kêfxweşiyekê hest dibe, vêca wê çawa ev kes perçeyek ji çareseriyê be, lewre ewê bimîne sîsika pirsgirêkê”.
Xoce hevdîtina xwe bi tekeziya pêwistiya kirina şerê bingeha tirorê li deverê kir ku ew jî rejîma Esed û piştgirên wî ji dewlet û milişiyan e, û got: ” Ji bo milletê Sûrî, tirora dewletê pileya tirora rêxistina “Daiş”ê bi gelekî derbas kiriye, serjimêrên dawî diyar dikin ku qurbaniyên “Daiş”ê negihiştine pênc hezar kesî, lê qurbaniyên rejîmê 300 hezar kes derbas kirine, û bi hemû awayên hovane, û eger “Daiş” serjêkirinê bikar tîne, rejîma Esed berî niha dest bi serjêkirinê di riya şebîheyan û milişiyên Hizbillah yê tirorist kiriye, û eger “Daiş” qurbaniyên xwe dişewitîne, rjîma Esed ne tenê milletê Sûrî bi bermîlên teqîner li Laziqiyê, Humis, û Şamê dişewitîne, lêbelê bi hemû awayên kuştina hovane di nav tirora dewletê de wan dişewitîne, lewre ji bo me şerê dijî tirorê divê tirora rejîma Esed û Milişiyên mezhebperist ên piştgirê wî jî bide ber xwe “.
Jêder: Hevbendî