Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit bi tundî du teqînên xwekujî yên duhî li heryek li bajarê Mari’h û bajarokê Hor Kilis çêbûn şermezar kirin, ku bargehên Eniya Şamî yên di herdu navçeyan de hatin armackirin bo terorkirina serkirdeyên wê li ser destê rêxistina DAIŞ ya terorîst.
Elmislt balkişand ku herdu teqîn “hevdem hatin digel mijûlbûna şoreşgeran bi şerên li dijî rêjîma Esed, wek daxwaza rêjîma Esed û arzûya wê bi tolvekirinê ji şoreşgeran li ser ziyanên xwe yên di heyva bûrî de”.
Elmislit tekez kir ku rûbirûbûna teror û tawankariyê nabe bêyî yekrêziyê û rêzgirtin û pabendbûna bi binema û piransîpên şoreşê, herwiha encamdana guhertinên cûreyî di helwestên Navdewletî li hember baredoxên Sûriyê.
Herwiha diyar kir ku Heroj berpirsyaretiyên dîrokî û metirsîdar bi sedema tawankariyên terorîstî yên rêxistina DAIŞê û rêjîma Esed dikevin li ser milê Civaka Navdewletî ya ku li ser ferz e bilez piştgiriyê pêşkêşî Sûriyan bike, netenê ji bona rizgarkirina bêgunehan û bidestxistina mafên Sûriyan yên rewa, lê herwiha ji bona xweparastina ji gef û metirsiyên zêdetir yên kes gefa wan texmîn nake li ser miletên Sûriyê û deverê û Cîhanê bitevayî.
Elmislit bi navê Hevbendiya Niştimanî behî û sersaxî bi şehîdbûna hemû Sivîl û serkirdeyên şoreşger yên di van herdu êrîşan de pêşkêş kir, hevdem baweriya Hevbendiyê dupat kir bi hêzên Şoreşê yên pabend bi rewşt û piransîpên Şoreşê û yên rêzê li peyman û rêkeftinên navdewletî digirin, herwiha yên sozê didin bi bergirîkirina berdewam ji Şoreşê re li ser hemû astên siyasî heta rûxandina rêjîma Esed û rêzgirtina li Vîn û heza gel û bidestxistina mafên wî.
Jêder:Hevbendî