Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Nexem Elxadirî aşkera kir ko Rêjîma Sûriyê ev bû demek tiştina ji derveyî yasayê dike wek numreyên pasportên Opozisyonê li cihan belav dike bi behaneya ko ew li Sûriyê têne xwestin, bi tawanin vala û bê bingeh an jî di rêya navgîniyên xwe re li dewletên koçberiyê pasportên nedurist ji kesên li bal wî têne xwestin re derdixe bi mebesta tevgera wan têk bibe.
Elxadirî da xuyakirin ko ev awa derandina yasaya navdewletî ye çimkî ev bikaranîn ji rêbaz û yasayê re neyasayî û nerewa ye. Hem jî di derheqê Deste û Dezgehên navdewletî re nebaşiyeke. Ew jî cûreyek ji tiroristiyê tête dîtin da fişarê bide ser Sûriyan yên koçber bûne û rê li ber wan bigire. Tev li tewşiya evan karan ji aliyê Rêjîmê ve jî lê ew têkçûn û nekarîna wî ji birêveberiya welat re dide xuyakirin.
Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Nexem Elxadirî tekez kir ko hêlana berdewamiya Rêjîmê ko çarenivîsa Sûriyê û Herêmê kontrol bike, berê û nuha jî ew li Herêmê jêderê şer e û ji bobelatên bêdawî re dergehek e. Rêka çareseriyê ji rûxandina Rêjîmê destpê dike, da armancên ko Sûrî ji bo wan derketine misoger bibin.
Nexem Elxadirî bal kêşand ser ku gerek Civaka Navdewletî bizavê bike da çareseriyekê ji qeyrana xelkên Sûriyê re yên koçber bûne bibîne, çimkî pêdiviya wan bi belgeh û nuhkirina pasportan heye.
Ew jî divê kartêkirinek rastîn ji nûneritiya Hevbendiya Niştimanî di Komkara Erebî û Netewên Yekbûyî çê bibe. Çimkî ewê danpêdana 114 Dewletan bidest xistiye. Wek nûnera rewa ya miletê Sûriyê bi şêweyekî ko karibe kaxetên fermî ji Sûriyan re derxîne û rêbendên ko Esed di rûyê wan de çê kirine têk bibe û qeyrana wan çareser bike.
Jêder: Hevbendî