Berdevkê fermî yê desteya bilind ya danustandinan Riyad Ne’isan Axa, diyar kiribû ku tewerên serekî yên civîna îro, înê, wê li ser deranîna lênêrînek yekgirtî be ji qonaxa veguhêz re, bi awayekî ku sînaryoyek sertaserî be û têde wirdekariyên veguhestina siyasî bêne xwendin, û herwiha diyar kiribû ku wê di civînê de hewl bên dan bo nirxandina helwesta navdewletî tevî xwendina asoyên çareseriya siyasî di qonaxa bê de.
Herwiha derbarê pirsyarên ka wê civîn bi helwestek yekalî derkeve, hevdem digel lihevnêzîkbûnên navdewletî û daxuyaniyên ciyawaz yên aliyên kar li ser doseya Sûriyê dikin, navborî got ku” wê helwestek yekalîkirî nebe, lê emê li benda baredoxên guncayî bimînin, û herwiha şanderê navdewletî Stîvan Dîmestora jî dema destpêkirina danustasdinan destnîşan nekeriye, lewra niha em li ser dema hevdîtinên bên yên Jinêvê ranawestin, ji ber ku hîç vexwendinek ji Dîmestora bi awayekî fermî nehatiye ji desteya bilind ya danustandinan re”.
Hêjayê gotinê ye ku rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan, Riyad Hicab di miyanê hevdîtina xwe de digel wezîrê derve yê Îtaliya Pawlo Cîntîlonî li Roma di sêşema bûrî de, pabendbûna desteyê ya tekûz bi çareseriya siyasî tekez kiribû.
Herwiha Hicab amaje kiribûn ku “riya herî baş bo sivikirina derdeseriya gelê Sûriyê, di cêbicêkirina bilez û bêmerc ji biryarên navdewletî yên pêwendîdar de ye, û nemaze birgên 12 û 13 û 14 ji biryara 2254 ya encûmena ewlekariyê ya derbarê rakirina dorpêçkirina li ser bajar û navçeyên dorpêçkirî, û rê bête dan bo ajans û dezgehên mirovî bo gihandina alîkariyan bo pêwîstdaran û serbestberdana hemû girtiyan û rewestandina oparisyonên esmanî û topbarankirinê û êrîşên li dijî sivîlan”.
Jêder: Hevbendî + Elşerq Elewset