Duh li Niyûyorkê desteya danûstandinan ya Sûriyê digel şandên dewletên endametiya herdemî li Encûmena ewlehiyê çend hevdîtin pêk anîne, û digel wan awayê cîbicîkirina bi lez û tekûz ji biryara Encûmenê ya 2401ê gotûbêj kirin.
Şanda desteyê digel balyozê Firensî yê li Netewên yekgirtî Firensiwa Dîlater û şanda Ferensî hem jî nûnerê herdemî yê Tirkiyê li Netewên yekgirtî balyoz Ferîdon Hadî Sînîrliya Oxlo û endamên şanda Tirkiyê civiya.
Endamê şandê Hadî Elbehre tekez kir ko giring e endamên Encûmena ewlehiyê dabîn bikin ko di 30 rojan de kirdeyên dijminkariyê rawestin û alavên çavdêriya agirbestê bêne danan û çi aliyê cîbicî neke siza bibe, û gihandina alîkariyên mirovî û yên hawarhatinê ji herêmên dorpêçkirî re dabîn bikin.
Bal kişand ser ko derbaskirina alîkariyan divê bê qutkirin be hem jî divê nexweş û birîndar ji Xûta rojhelat bi taybetî ji bo çareserkirinê bêne derxistin.
Elbehre dibîne ko tawankariyên li Xûta rojhelat çêdibin tawankariyên cengê ne, û jo bo ferizkirina siyaseta koçberkirin û guhertina dîmugrafî ne.
Ji aliyên xwe ve balyozê Firensa û yê Tirkiyê anîn ziman ko welatên wan bi cîbicîkirina biryara navdewletî pabend in, û dibînin ko agirbest bi tekûzî pêngaveke ber bi pêkanîna çareserkirina siyasî ye, û hemû cûreyên koçkirina kotekî û guhertina dîmugrafî red kirin.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî