Şanda danûstandinan ya Sûrî, ligel komeke mezin ji diblomasiyên navdewletî û nûnerên dewletên piştgiriya miletê Sûrî dikin roja pêncşemê civiya, û pevre pêşketinên operasiyona danûstandinên Cinêvê gotûbêj kirin.
Serokê desteya danûstandinan Nesir Elherîrî tekez kir ko opozisyona Sûrî bi tekûzî amade ye ko danûstandinên rasterast ligel rêjîma Esed bike, û daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ko fişarê bide ser rêjîmê tako têkeve operasiyona siyasî di nêzîktirîn dem de, û biryarên Navdewletî yên gihiştina veguhestina siyasî cîbicî bike.
Û destnîşan kir ku opozisyona Sûrî şandeke wê ya yekgirtî heye ko nûnerîtiya hemû pêkhatiyên opozisyonê dike, û got ku divê rêjîm dest ji lîstika opozisyonan ya ko pê radibe berde.
Elherîrî spasiya hemû mêvanan kir, û navtêdana wan kir da bizavin bêtir bikin ji bo operasiyona siyasî bipêşve bibin, ji bo biryarên 2118 û 2254 cîbicî bibin, û nehêlin rêjîm vê yekê têk bibe.
Berdevkê fermî bi navê şandeyê Yihya El’erîdî, behsa berdewamiya rêjîmê di piştguhkirina operasiyona siyasî û sûrbûna wê li ser bikaranîna tunûtûjiyê li dijî sivîlan kir, wek ko li Xûta rojhilat li gundewarê Şamê çêdibe, û vê hişt ko bi sedan sivîl şehîd bikevin.
Destnîşan kir ko rawestandina wan tawankariyan berpirsiyariya herkesî ye, û dibîne ko rawestandina bombebaran û kuştinê û gihandina alîkariyên mirovî ji kesên pêdiviyan wan bi alîkariyê heye, hem jî rakirina dorpêçê ji ser herêmên dorpêçkirî, ew rêka bi tenê ye ya ko çareserkirina siyasî cîbicî bike.
Diblomasî û nûnerên dewletên dost endamên desteya danûstandinê pîroz kirin li ser ko karîbû şandeke yekgirtî damezirîne, û bal kişandin ser ko karê wan yê jidil digel tîma Netewên Yekgirtî di gera nuha de dê di berjewendiya miletê Sûrî û daxwazên wan de be, ji bo azadî, rûmet û dîmuqratiyê pêk bînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî