Serokê desteya danustandinên Sûriyê Nesir Elherîrî, reftara Rûsiya û şêweyê şirovekirina wê ji biryara konseya ewlekariyê 2401 re rexne kir, û dît ku êdî biryar bêsûde maye û dibe ku bibe sedema encamên nerênî.
Elherîrî, îro roja sêşemê got ku “hîç nirxê vê biryara navdewletî nîne piştî biryara Rûsiya piştî ragihandina agirbestê û dabînkirina kirîdorekî aram bo sivîlan”, û got ku armanc ji vê yekê “valakirina xûta ji xelkê wê û guhertina demografî ye”, û dît ku ev tişt bi carekê pesend nabe”.
Elherîrî bal kişand ku Mosko derfeta çareseriya siyasî bi destê xwe jinav dibe, bi rêka “tawankariyên xwe li dijî gelê Sûriyê û daxuyaniyên tûj û dûr ji rastiyê, ku bi tenê derbirîna helwesta wan dike”, û cext kir ku “heger ew daxwaza gelê Sûriyê ya çûna Esed bi tundrew dibîne, bila cîhan tev bizanibe ku em şanaziyê bi vê yekê dikin”.
Tê zanîn ku duhî ji aliyê Rûsiya agirbesteke tekalî ku wê rojane 5 demjimêr bin ragihand, berovajî tekista biryara konseya ewlekariyê ya ji bo agirbesteke 30 rojî, herwiha daxwaza derketina sivîlan bi rêka kirîdorên aram kir, ku pêwîstibû alîkariyên mirovî bo pêwîstdaran bi rêka wan kirîdoran hatibana derbaskirin.
Berdevkê desteya danustandinan Yihiya Eler’îdî got ku çi cudahî nîne di navbera vîtoya konseya ewlekariyê û vîtoya li ser erdê de”, û got ku “12 caran vîto ji aliyê tawanbar potîn hatiye bikaranîn”, û cext kir ku “armanca Rûsiya û Îran heman armanca Rijêma stemkar e”.
Hêjayê gotinê ye ku konseya ewlekariyê li roja şembiya borî biryara 2401 bi tevahiya dengan stand li ser agirbesteke 30 rojî li Sûriyê ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo kesên pêwîstdar.
Û ji aliyê çalakvanên navçeyê diyar bû ku ev biryar nehat cêbicêkirin, herwiha ku hêzên Rûsiya û Rijêmê hêjî di êrîşên xwe yên leşkerî û esmanî berdewam in, û bûne sedema kuştina bi dehên kesan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî