Desteya danustandinên Sûrî êrîşa rijêma Esed û milîsên wê li ser parêzgeha Der’a şermezar kir, û daxwaz ji konseya ewlekariyê û civaka navdewletî kir ku bi erkên xwe rabin li hember pilanên rijêmê.
Serokê desteyê Nesir Elherîrî li ser rûpelê xwe yê “twitter” belav kir ku rijêma Esed hevdem ligel bêdengiyeke navdewletî dubare êrîşên leşkerî li ser navçeyên berfireh yên başûrê Sûriyê pêk tîne, û li rûberek mezin ji parêzgeha Der’ayê sivîlan dikûje û koçber dike .
Serokê desteyê berdewamiya bêdengiya navdewletî bi “lempeya kesk” ji rijêma re dît ji bo pêkanîna kuştarên zêdetir li dijî Der’ayê, ya yekem xetîra şoreşa Sûrî bû li sala 2011’an.
Hêjayê gotinê ye ku ev bangewaziya desteyê ya ji bo civaka navdewletî tê ji encamê peydabûna pêleke koçberiya mezin li nav bajar û bajarokên navçeya başûr, û bergiriya sivîl ragihandibû ku nêzî 10 kesan şehîd ketine û birîndar bûne, bi sedema zêdegaviyên leşkerî yên hêzên rijêma Esed û milîsên terorîst yên Îranê û bi alîkariya firokên Rûsiya.
Berdevkê sikirtêrê giştî yê NY Stephen Dugrick, di kongirekî rojnamevanî de li baregeha NY li Niyoyork, got: “Ofîsa hemahengiya karûbarên mirovî hest bi nîgeraniyê dike, derbarê raportên tên li ser zêdebûna tundutîjiyê li parêzgeha Der’a li başûrê sûriyê, ku jiyana bi sedên malbatan têxe bin metirsiyê”.
Herwiha ji aliyê hêzên Esed rê li pêşiya sivîlên ku ji bombebaranê û kiryarên leşkerî baz didin têne girtin, tevlî girtina rêbuhêrkan û nehêlana derbaskirina kelupelan, zêdebarî şandina alavên leşkerî, û NY nîgeraniya li hember vê yekê nîşan da, û daxwaza standina sercem rêşûnên pêwîst ji bo parastina sivîlan û azadiya çûn û hatina wan kir.
Û nêzîkî 300 malbatî ji bajarê “Elherak” bar kir, ji tirsa oparesyonên leşkerî, piştî şehîdbûna jinekê û hin sivîlan li rex sînorê Urdinê û gundên sînorî, û çalakvanan diyar kir ku 200 malbatî ji bajarê “Elhara” ber bi navçeyên aram yên li parêzgeha Qonêtira bar kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî