Hejmarek ji endamên desteya danustandinên Sûriyê li bajarê Xazî Entabê li Tirkiyê, ligel hejmarek ji nûnerên encûmenên xwecihî civiyan, di çarçova workşopekê de ku hatibû sazkirina ji aliyê yekîneya encûmenên xwecihî bo mawê pênc rojan ji bo zêdekirina hevkariyê di navbera herdu aliyan de.
Workşopê bo heyamê pênc rojan dirêj kir, û bi beşdariya Hadî Elbrhra û Ebdulîlah Fehid û Tariq Elkurdî bû, û têde encamên karê desteya danustandinan bi awayekî berferh ji aliyê endamên geşta danustandinên Cenêv ya dawiyê hatin şirovekirin.
Fehid bal kişand ku piroseya danustandinan dibû bê beşdariya aliyekî dibe, û got ku danustandinên rasterast ji aliyê wî alî ve hatin redkirin, û heman alî radibe bi oparesyonên kuştin û bombebarankirin û wêrankariyan li tevaya Sûriyê.
Fehid tekez kir ku cîbicîkirina biryarên navdewletî û pêkanîna veguhestina siyasî û guhertina binyatgerî ya rijêmê, ew bi tenê baştirîn rê ye ji bo bidawîkirina tirajîdiya gelê Sûriyê.
Û bal kişand ku ji civaka navdewletî û NY tê xwestin ku danustandinan vegerînin li ser riya wê ya rast, û dît ku ev yek wê bibe bi rêka xistina fişaran li ser Rijêmê û aliyê palpiştên wê, ji bo bi awayekî kara tevlî piroseya siyasî bibin û ji bo pabend bibin bi karnameya karubarên damezrandina desteya hikumraniya veguhêz.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî