Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civatên rola 53yemîn li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê bidawî kirin, û têde raporên karên rêvebirî û ofîs û komîteyan gengeşe kirin, û girîngî da dawîtirîn pêşketinên pirosesa siyasî û Komîteya Destûrî, û hejmarek ji temînî û pêşniyaran ji bo ku di dema dahatî de cîbicî bibin pêşkêş kir.
Û rûniştina îro bi şiroveyekê ji aliyê Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî, Enes Elebde li ser pêşhatên pirosesa siyasî dest pê kir, û li ser dijwariyên ku rastî lidarxistina gerin nû ji karên Komîteya Destûrî tên her weha astengiyên temamkirina sê rêyên mane yên di biryara navdewletî de 2254 de hatine axivî.
Û tekezî li ser giringiya vekirina rêyên her çar sepetan di biryara 2254an de kir, û daxwaza dîtina rêyeke nû ji danûstandinê ji bo cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 û gihîştina çareya siyasî yaku hêviyên gelê Sûrî pêk tîne kir.
Û bal kişand ser ku wî ji Nûnerê Navdewletî bo Sûriyê Gere Pedersen xwestiye ku gavin piratîk bavêje, ji bo ku fişarê li rijêmê bike, daku bi awayekî domdar û cidî beşdariyê di pirosesa siyasî de bike.
Û Elebde li ser pêşniyara ku Serokê Desteyê ji tevaya pêkhatan re pêşkêş kiriye ji bo vegerandina yekîtiya Desteya Danûstandinê ya Sûrî û karê wê yê hevbeş bo gelê sûrî û çareya siyasî ya rewa axivî, û di heman demê de tekezî li ser berdewamiya karê desteyê di hejmarek ji dozên girîng de kir, nemaze doseya girtî û derbider û koçberan û gihandina alîkariyên mirovahî bo hewcedarên li cûrbecûr deverên Sûriyê.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî, Riyad Elhesen, rapora karê Desteya Siyasî berçav kir, û têde giringî da biryarên ku Desteya Siyasî sitandine û çalakiyên wê di dema bûrî de.
Û Serokê Desteya Niştimanî ya Sûrî ya Karûbarên Girtî û windayan Yasir Elferhan, li ser rewşa girtiyên Sûrî di zîndana Romiyê ya Libnanî di dema belavbûna bêtara korona de axivî, û tekezî li ser binpêkirinên dermafê wan de dibin û berpisyariya desthilatên Libnanî û rola milîsên Hizbulla di vî warî de kir.
Û Komîteya Girêdanên Leşkerî şiroveyk li ser pêşketinên rewşa meydanî û tewanên rijêmê û piştgirên wê dermafê sivîlan û binpêkirinên agirbestê pêşkêş kir, û nexşeyên leşkerî û hewildanên pêşdeçûna berve deverên rizgarkirî ji aliyê rijêmê û milîsên mezhebî ve berçav kir.
Û Hevrêzkarê Komîteya Diyaloga Niştimanî, Salim Elmislit, li ser çalakiyên Komîteyê û karê wê di pêwendiyên li gel pêkhatên civaka Sûrî û encamên hevdîtinên şêwirdarî yên berê axivî, û tekezî li ser berdewamiya karê lidarxistina hevdîtinên nû di dema bûrî de kir, wek pişikdariya ku Hevbendiya Niştimanî li gel pêkhatên gelê Sûriyê hêvî dike.
Û Rêvebiriya Têkliyên Derve rapora karê xwe û çalakiyên xwe di dema bûrî de û pêwendiyên diplomasî yên berdewam li gel nûnerên navdewletî û diplomasî berçav kirin, ew jî di çarçoveya xurtkirina têkliyan û bihêzkirina wan bo piştgiriya şoreşa Sûrî û daxwazên gelê wê di pêkanîna azadî û rûmet û demoqratiyê de.
Û Cîgirê Serok, Uqab Yehya, li ser karê Komîteya Cezîre û Elferat û hevdîtinên ku komîteyê li gel nûnerên parêzgehên Reqa û Hisiça û Dêra Zorê ji bo gihîştina avakirina desteyên amadeyî daku nûnertiya xelkê deverê bikin û bihêlin ku ew rêvebiriya deverên xwe bi xwe bikin axivî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî