Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civîna xwe ya rola 51an bi dawî kir, û Endaman bikaranîna Rûsiya û Çînê ji mafê redkirinê Veto li dû hev dijî gelê Sûriyê gengeşe kir, nemaze Vetoyê herî dawîn dijî pirojeya biryara dirêjkirina dema alîkariyên mirovahî yaku Belçîka û Almaniya di Encûmena Ewlwkarî de pêkêş kiribûn.
Û Endamên Desteya Giştî diyar kir, ku ev Veto tekezîyê li ser hewcedariya Netewên Yekbûyî bi çakkirinên kûr heye, daku nehêlin dewletên wek Rûsiya Encûmana Ewlekarî pûç bikin, û Encûmen li pêşiya pêkanîna biryarên gewherî û girîng yên girêdayî jiyana bi melyonan mirov lewaz bibe.
Û gotin ku Encûmena Ewlekarî îro nikare biryarekê derxîne, daku alîkarîyên mirovahî bighîne sivîlên hewcedarî wan alîkariyan piştî deh salên ku tê de tûşî tewanan tên, tewanên bi nobedarî rêjîma Esed û artîşa Rûsiya û Milîşeyên Îranî yên Mezhebî û Milîşeyên PYD pêk tînin, her weha herdû rêxistinên Daiş û Elqaîde.
Û Endamên Desteya Giştî gotin ku derbaskirina alîkariyên mirovahî bo deverên rizgarkirî tenê di riya xala Bab Elhew re têrê nake, û bal kişandin ku ew biryar dê bi melyonên Sûriyên hewcedarî alîkariyên pêwîst mehrûm bike, nemaze di dema ku Vêrosa Koronayê gihîştiye deverên rizgarkirî.
Û Endamên Desteya Giştî kartêkirinên Hikûmeta Sûrî ya Demkî di karê pêşlêgirtina Vêrosa Koronayê gengeşe kirin, û tekezî li ser girîngiya danîna Netewên Yekbûyî û Saziyên Navdewletî pêşiya berpisyariyên wan, ji bo pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn ji Wezareta Tendurustî ya Hikûmeta Demkî re.
Û civînên roja duyem berçavkirina raporên Ofîs û Komîteyan tevî rapora Komîteya Elcezîre û Elferat û rapora Komîteya Girêdanên Leşkerî û rapora Ofîsa Şêwerdariya Sitratîcîk hatin temamkirin, her weha raporên Desteya Danûstandinê ya Sûrî û Hikûmeta Sûrî ya demkî.
Tê zanîn ku civînên Desteya Giştî duh şemiyê dest pê kiribûn, û D.Nesir Elherîrî wek serokekî nû li şûna Enes Elebde yê ku dema wîlayete wî bidawî hatî hilbijart, her weha Desteya Giştî Uqab Yehya û Ebduhekîm Beşar û Ruba Heboş wek Cîger ji Serok re û Abd Albaset Abdullatif wek Emîndarê Giştî û 19 Endamin nû ji Desteya Siyasî re helbijartin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî