Îro roja şembiyê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî temamkirina lîsteya karê civîna xwe ya awarte berdewam dike, ya hatî lidarxistin li ser vexwendina Serokê Hevbendiyê Xalid Xoca bo gengeşekirina pilana şanderê navdewletî Dî Mistora ku têde lênîrîna xwe pêşkêş kiriye bo rêxweşkirina destpêkirina danustandinên Jinêv.
Tê pêşbînkirin ku Desteya Giştî daxuyaniyekê bide û têde helwesta xwe dastnîşan bike di beşdarkirinê de ligel her çar girûpên kar yên di karnameya pilana Dî Mistora de hatine û herwiha li ser mîkanizmên pêşniyarkirî derbarê wê.
Jêder:Hevbendî