Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînên xwe yên xola 67an îro înê li dar xistin, û têde behsa giringtirîn pêşketinên siyasî yên niha û ketwarê leşkerî û meydanî û rewşa bakurê Sûriyê yê azad axivî.
Û behsa pirsgirêka nexwaşên penceşêrê li bakurê Sûrî kir, û hin pêşniyar ji bo pêwendiyên li gel aliyê Tirkî daku rê bide ku nexwaş derbasî xaka Tirkiyê bibin û di nexweşxaneyên Tirkiyê de derman bibin, ji ber ku şiyan û gengaziya çareserkirinê li deverên rizgarkirî nîne, pêşkêş kirin.
Û Desteya Giştî ketwarê penaberên Sûrî li dewletên penaberiyê û astengiyên ku rastî wan tên tevî vegerandina kotekî û dijberiya wê ji biryarên navdewletî re, yên daxwaza vegera bi dilê xwe bo deverên ewle yên ku rûmeta gelê Sûriyê diparêzin dikin, gengeşe kir.
Û Desteya Giştî raporên Desteya Serokatiyê û ya Siyasî û Rêvebirî û Ofîs û Komîteyan û saziyên cîbicîkar û dawîtirîn karên bicîh hatine bo çakkirina ketwarê jiyanê û xizmetguzariyê li deverên rizgarkirî berçav kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî