Desteya Giştî Ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî îroj, Şemiyê, civînên xwe berdewam kirin, û dosiyên siyasî û destpêşiyên navdewletî, bo dîtina çareyek siyasî li Sûryayê û rêvebiriya sivîl li deverên rizgarkirî gotubêj kirin.
Yekemîn civînên Desteya Giştî Ya Hevbendiyê duh di xuleya xwe ya 22an de destpê kiribû, di serê lîsteya karên civînê de pêşkêşkirina pêşketinên siyasî ên dawî, ji wan jî encamên hevdîtina bi şanderê navdewletî Stîvan Dî Mîstora re.
Civîn dûbare şêweyê gewdê Hevbendiyê, rêveberiya sivîl li deverên rizgarkirî, hikûmeta demkî, pêşketinên meydanî û leşkerî û tiştên pê ve girêdayî guftugo dike.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hişam Merwa pabendiya xwe bi nerîn û hêviyên şoreşa Sûrî nû kiribû, û pêşendebûna çareya siyasî ku pêkanîna wan hêviyan misoger dike tekez kiribû, û di serî de koçkirina Esed û hemû tawankarên cengê ji desthilatdariyê.
Merwa li ser rêzgirtina Hevbendiyê ji nerînên şoreşê û armancê wê re ku ji wan veguhestina ber bi sivîlbûna dewleta Sûryayê, dimuqratîk, û pir netew, li ser bingeha hevwelatîbûnê ava bibe, û danpêdan bi tevaya pêkhatiyên civaka Sûrî û mafên wekheviyê bibe, rêzgirtinê ji piransîbên mafê mirovan re û hemû belge û peymanên navdewletî re bigire tekez kir.
Jêder: Hevbendî