Îro Sibehê civînên 22emîn xola Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî dest pê kirin. Di serê lîsteya karûbarê civînan rewşa siyasî û ji wan jî encamên hevdîtina bi Şandyarê navdewletî Stîvan Dî Mistora re hatin pêşkêşkirin.
Civîn dê planek ji rêkxistin û avakirina ji nû ve ya ji Hevbendiyê re û hem Birêveberiya Sivîl li Herêmên rizgarkirî û desthilatdariya demkî û pêşveçûnên li ser xakê û yên leşkerî dê gengeşe bibin.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Hişam Merwa dubare tekez kiribû ko Hevbendî bi pirinsîbên Şoreşê pabend e û li ser çareseriya siyasî tekez kir ya ko amancên gelê Sûriyê pêk bîne û ya sereke rûxandina Rêjîma Esed û hemû Destbixwînên desthilatdariyê têk biçin.
Merwa tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî rêza armancên Şoreşê digire yên ko Sûriyê ber bi dewleteke dîmuqratî piralî ve dê bibe.
Li ser têgeha Hevwelatîbûnê û dabînpêdana bi hemû pêkhatiyên Civaka Sûrî û wekheviya mafên wan û rêzê li pirinsîba mafê mirovan û hemû peymanên navdewletî bigire.
Jêder: Hevbendî