Îro roja şemê civînên 21emîn xula desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî destpê kirin, û di serê lîsteya karnemeya civînan de, desteya giştî wê li ser rewşa meydanî û ya leşkerî û serkeftinên şoreşgeran dijî heryek ji hêzên rêjîma Esed û pasdarên Iranê û çeteyên Hizbulaha terorîst raweste.
Hêjaye gotinê ku wê Civîn heta sibe roja yekşemê bişev berdewam bin, û di civînan de wê raportên desteya serokayetiyê û desteya Siyasî û komîteyan jî bêne gengeşekirin, tevî serdana Serokê Hevbendiyê Xalid Xoca ya vê dawiyê bo Amerîka.
Herwiha Desteya giştî wê bihevre gengeşê li ser rawêjên duqolî yên şanderê navnetewî Dî Mistora li Jinêvê daxwaz kirine bikin, tevlî vexwendina hatî di daxuyaniya dawîn de ya Encûmena Hevkariya Kendavê li ser mêhvandarîkirina pêkhateyên opozisyona Sûriyê li Riyad.
Jêder:Hevbendî