Desteya Jinê ya Sûrî bi hevpişkiya li gel Yekîneya Piştgiriya Aramiyê rahênanin siyasî bo jinên Sûrî li bajarê Gazî Entab bi dirêjiya sê rojan li pey hev derbarê rêyên siyasî û sîstemên hikumdariyê û şêweyê dewletê û piralîbûna partiyan lidar xist, û ev kar di çarçoveya pilana Desteya Jinê ya Sûrî di xurtkirina rola jinê û bihêzkirina wê de hat, û Cîgira Serokê Hevbendiyê û Seroka Desteya Jinê ya Sûrî Ruba Hebûş amade bû.
Û workşop ji bo 15 jinên çalakvan ên li Tirkiyê dijîn û nûnerên komelgehên jinan û saziyên civaka sivîl û xwendekarên zanîngehan û jinên têkildarî karûbarê siyasî dibin lidar ket.
Û Diktor Ismaîl Elxifan û Mamste Leme Enedanî bi karê rahênankirinê rabûn, û bi awayekî berfireh pirosesa siyasî û kongir û biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriyê hatin pêşkêşkirin, û di rahênanê de şirove li ser sîstema hikumdariyê li cîhanê û bingehên avabûna wê û mîkanîzmên kar têde hatin dan.
Û herdû rahêneran şiroveyek li ser piralîbûna siyasî û partiyan û çawanî û sedemên avakirina partiyan û giringtirîn pîvanên divê ku di partiyên demoqratîk de peyda bibin, û astengiyên civakî û siyasî yên cerbecur ên ku rastî wan tên pêşkêş kirin.
Û jinên di rahênanê de beşdar bûne nerînên xwe li ser sîstemên hikumdariyê yên guncaw bo Sûriyê li gor nerîna xwe gengeşe kirin, û tekezî li ser giringiya hişyariya siyasî di çakkirina rewşa niha de û xurtkirina rola jina Sûrî di jiyana siyasî û civakî de kirin.
Ev rahênan bi piştgiriya Hikumeta Firansî li gor nirxandinên Desteya Jinê ya Sûrî di riya komîteyên karê wê re û li gor giringtirîn pêdviyên jinan û rêyên xurtkirin û piştgiriya wan li dar ket, daku jinê bighînin navendên çêkirina biryarê, da ew jî pişikdariya di avakirina Sûriyê de weke dewleteke sivîl û piralî û demoqratîk bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî