Desteya Jinê ya Sûrî bi hevkariya li gel Yekîneya Piştgiriya Aramiyê, li bajarê Gazîentabê yê Tirkiyê, bi dirêjiya du rojan, rahênaneke ragihandinê li dar xist, û ev yek di çarçoveya pirojeya bihêzkirina jina Sûrî di warê siyasî û ragihandinê de tê, û rahênanê hejmarek ji xwendekarên ragihandinê û çalakvanên jin di warê çapemeniyê de armanc kir.
Û Serokê Mala Rojnamevanên Ereb birêz Celal Demîr û Rêvebirê televizyona Sûriya Dr. Hemze Mustefa, mêvanên rahênanê bûn, bi amadebûna Cîgira Serokê Hevbendiyê Seroka Desteya Jinê Xanim Ruba hebûş.
Û Rêzdar Celal kurtiyek li ser serbora medyaya erebî li Tirkiyê û giringiya wê û bandora wê ya mezin pêşkêş kir, û bal kişand ser hebûna hejmareke mezin ji pisporên ragihandinê yên Sûrî û pêwîstiya yekrêziya karê wan û çarçovekirina wan bo bidestxistina armancan û bandora ku tê xwestin, û li gel beşdarên rahênanê li ser bandora gotara nefretê di medya civakî de di nav kur û keçên civakê û helmetên ku li dijî jinan têne meşandin û bandora wan a neyînî axivî, û tekezî li ser girîngiya rola rojnamevanan di rûbirûbûna wê gotarê de kir.
Û di roja duyemîn a rahênanê de, Dr. Hemze Mustefa şiroveyek derbarê ketwarê ragihandinê piştî şoreşa Sûriyê û çawaniya arastekirina gotara ragihandinê û bîrdoziyên nû di warê zanistên civakî de û karê rojnamevaniyê û amûrên wê yên zanyarî yên nû pêşkêş kir, û bal kişand ser cihê ku jin di medyaya Sûriyê de gihaştiyê, û rûbirûbûna hemû kêşeyên civakî û siyasî ji bo gihandina dengê wê yê azad daku di navendên biryardanê de kartêker û bibandor be.
Ji aliyê xwe ve, Hebûş tekezî li ser girîngiya derxistina yasayên birêkûpêkkirina karên jinan û çarçovekirina wan di çarçoveyeke nû de kir, daku cihê xwe di karûbarên giştî de bibînin, dûrî qalibkirina karê wê yê ragihandinê û karên wê yên din, û bal kişand ser wê yekê ku çalakiyên Desteya Jinê ya Sûrî bi gavin bixwebawer ber bi armanca bihêzkirina jinên Sûriyê û alîkariya wan ji bo ku tevlî qada xebata siyasî bibin, û guhdanê bi karûbarên giştî bikin, û şiyanên wan di avakirina Sûriya paşerojê, dewleta demokratî, dadwerî û yasayê, de diyar bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî