Desteya Jinê ya Sûrî bi pişikdariya li gel Yekîneya Piştgiriya Aramiyê rêzerahênan û çalakiyên ku pê radibe di warê xurtkirina jina sûrî de berdewam dike, û li bajarê Gazî Entab bi rahênaneke siyasî bi dirêjiya du rojan derbarê sîstemên hikumdariyê û şêweyên dewletê û piraliya sîyasî û partiyan rabû, û hejmarek ji jinên çalak li deverên rizgarkirî amade bûn.
Û D. Îsmaîl Elxelfan û M. Huda Sercawî bi karê rahênankirina jinên beşdar rabûn, û têde şiroveyek li ser tevaya cureyên sîstemên hikumdariyê wek perlemanî û serokatî û tevlihev û şêwe û erênî û nerêniyên her sîstemekê berçav kirin, û nimûne li ser hejmarek ji dewletan bibîr anîn, û li ser destûrên Sûriyê yên berê û naverokên wan xalên destûrî û şiroveya wan axivîn, û Elxilfan dît ku destûrên ku piştî rijêma Esed hatine pirsgirêkên xwe di deqên destûrî de bûn, ne tenê di cîbicîkirina wan de bû.
Û Elxilfan şiroveyek li ser cudahiya di navbera yasa û mersûmên teşrî,î û qonaxên ku yasa têre derbas dibe û şêweyên dewletê û cudahiya di navbera yasa û teşrî,ê de berçav kir, û bi rahênaneke piratîkî rabûn, û jinên beşdar dabeşî giropên kar kirin, û her giropekî nerîna xwe li ser sîstema hikumdariyê bo Sûriya pêşeroj danî.
Û Sercawî şiroveyek li ser têgeha piraliyê siyasî û danasîna partî û dîroka damezrandina partiyan û awayên xebatên wan û pîvanên partiyên demoqrasî û piraliya partiyan pêşkêş kir, û jinên beşdar nerînên xwe li ser pêwîstiya ku partiyên Sûrî yên ku piştî şoreşê ava bûne ku li ser rêbazeke cîwaz herin, daku hemû beşên gelê Sûrî rakêşî ber xwe bikin, û nêzî pirsgirêk û hêviyên pêşerojî bibin.
Û jinên beşdar ramanên xwe derbarê nameya partî û armancên wê partiyî û ka dê çi pêk bîne wek beşdariya jina Sûrî û vehewandina wê û tevlêbûna wê ya piratîkî di çareserkirina pirsgirêkên sûriyan de dûrî durûşmên bîrdozî û danîna pirogramên geşepêdanî bo bihêzkirina ciwan û jinan û çaspandina nirxên dadwerî û azadiyê pêşkêş kirin, her weha civandina enêrjiya gel û yekrêziya bizavên gel daku di xizmeta berjewendiya welêt keve û hêviyên gelê Sûrî pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî