Desteya Jinê ya Sûrî bi hevkariya li gel Yekîneya Piştgiriya Aramiyê, zincîrek ji çalakî û rahênanan bo xurtkirina rola jinê û bihêzkirina wê di warê siyasî de berdewam dike, û Desteyê li bajarê Gazî Entab rûniştinek diyalog û gengeşeyê bi navnîşana “Gera Heftan ya Komîteya Destûrî – Bûyer û Encamên Wê” li dar xist, û têde mêvandariya endama Komîteya Destûrî ya Biçûk ya Şanda Desteya Danûstandinê ya Sûrî Mamoste Tariq Elkurdî kir, û hejmarek ji jin û çalakvanan û kesên di karûbarê giştî de dixebitin amade bûn.
Û Elkurdî şiroveyek li ser karên rojên gera heftemîn ya Komîteya Destûrî û hûrgilî û encamên wê pêşkşê kir, û bal kişand ser ku pirosesa destûrî perçeyek ji pêvajoya Cinêvê ye, û tekez kir ku Sûriya hewcedarî destûrekî nû ye, daku tevaya nirx û pirensîp û armancên şoreşa Sûriyê misoger bike.
Û beşdaran asoyên karê Komîteya Destûrî û çarenûsa sepetên dîtir û rêyên siyasî gengeşe kirin, û tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina mafên jinê û azadiya wê li Sûriyê û misogerkirina wan di destûrê de kirin, daku beşdariya jinê di warê siyasî û çandî û civakî de pêk were.
Û rûniştinê tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya Desteya Danûstandinê di karê li ser vekirina sepetên dîtir kir, her weha giringiyê dosyên di ser danûstandinê re yên ku di biryara 2254 de hatine û di pêşî de doseya girtiyan, û pêwîstiya karkirina ji bo diyarkirina çarenûsa windayan ji ber ku dozeke bingehîn û wijdanî ye, û desteyên giştî yên serbixwe yên têkildarî girtî û windayan û dadweriya veguhêz ji bo lêpirsîn û sizakirinê di destûrê nû de hebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî