Di çarçoveya plana karê Desteya Jinê de, Deste bi hevkariya Yekîneya Piştgiriya Aramiyê, zincîreke rahênan û çalakî ji bo perwerdekirin û bihêzkirina jinên Sûrî di warê siyasî de berdewam dike, û Desteyê rûniştineke diyalog û gengeşeyê derbarê asoyên karê Desteya Danûstandinê bo pirosesa siyasî li gorî rewşa navdewletî ya heyî organize kir, têde mêvandariya Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Cemûs kir, bi amadebûna hejmarek ji jinên çalak û kartêker di waê karûbarên giştî de.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî, şiroveyek li ser karê Desteryê û rola wê ya sereke ya ku pê hatiye spartin û bizavên wê bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê bo pêşdebirina berve vekirina rêyên mayî yên pirosesa siyasî ji bo cîbicîkirina biryara 2254 bi awayekî tam axivî, û bal kişand ser pilana karê dahatî yê ku ji tewerên bingehîn pêk tê, û di nav wan de rêkûpêkkirina mala navxweyî ya Desteya Danustandinê û çareserkirina nakokiyên ta niha rawestyayî mane, û karê ji bo komkirina kesayetiyên opozîsyona niştimanî di desteyek şêwirdardiyê de, her weha hewldana bo kartêkerkirina rola Erebî bi girseya ku tê xwestin, û tekezî li ser pêwîstiya yekrêzî û hevgirtina Sûriyan li pêş civaka Erebî û navdewletî kir.
Û Seroka Desteya Jinê Ruba Hebûş, li ser girîngiya rola jinên Sûriyê di pirosesa danûstandinê û cihên biryardanê de û xurtkirina hebûn û beşdariya wan di laşên siyasî de axivî, û tekez kir ku qurbaniyên ku jinên Sûriyê dane stûneke bingehîn e di şoreşa azadî û rûmetê û avakirina aştiya civakî û paşeroja Sûriyê de.
Û rûniştinê giringiya rola jinên Sûrî di pêvajoya çareseriya siyasî û xebata di warê karûbarên giştî de û bilindkirina cih û rola wan di avakirina Sûriya paşerojê de gotûbêj kir, û jinên beşdar gihiştin hin temîniyan, û yên herî girîng pêwîstiya dubarekirina rûniştinên diyalogî û gengeşeyî û gihandina nameyan bo civakê bi awayekî zelal, û rijdiya li ser kartêkerkirina tevaya rêyên çareseriya siyasî, her weha girêdana bi civaka sivîl re, û giringîpêdana rola jinê û ciwanan, û her weha tekez kirin ku pêwîst e gelê Sûriyê bi viyaneke xwirt yekîtiya xwe pêk bîne, ji bo pêkanîna çareseriyeke daddar, ya li gor qurbaniyên ku gelê Sûriyê pêşkêş kirine û hîn jî pêşkêş dike be, ji sizakirina tawanbaran dest pê bike ta gihiştina Sûriyayeke demokratîk, dewleta dadmendî û yasayê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî